Uncategorized

Îro li ser platformên dijîtal ji bo Şengalê kampanya Hashteg destpê dike

Metirsiya êrîşên nû yê li dijî Şengalê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de di serî de civaka Êzidî li dijî van metirsiya bi çalakiyên cuda nerazîbûnên xwe tîne ziman. Îro li ser platformên dijîtal ji bo Şengalê wê kampanya Hashtegê destpê bike. Wê kampanya Hashtegê li Şengal û dervayî welat werê meşandin.

Bi pêşengiya çalakvanên Êzidî yên Şengalê û derveyî welat ku siyasetmedar, rojnamevan û kesayetên Êzidî yên weke Feleknas Ûca, Cîhan Celo, Heso Îbrahîm, Xwedêda Îlyas, Sûham Şengalî û gelek kesayet û çalakvan, ji bo pêşî li êriş û planên nû li ser civaka Êzidî were girtin û îradeya wê were naskirin, xebateke Hashtagê bi rêya Çira Tv ragihandin.

Di kampanya Hashtegê de bi sernavê ‘bangawazî Ji bo Şengalê’ hatiye kirin û tê ziman: “Şengal û civaka Êzidî di bin gef û metirsiyeke nû de ne. Planek ku hedef dike Şengalê û civaka Êzidî bê parastin û bê statu bimîne di meriyetê de ye. Ji bo rê li ber fermanên nû were girtin; divê YBŞ-YJŞ û asayîşa Êzidxanê ji aliyê Îraqê ve were naskirin. Divê mafê xwe parastin û xwerêvebirinê ya Êzidiyan were naskirin. Dive statuya Şengalê di çarçoveya yasayî de were qebûl kirin.

Tu jî li ser hemû platformên digital de tevlî kampanyaya parastin û mîsogerkirina statuya Şengalê bibe.

Wê xebata Hashtagê bi saeta Kurdistanê 21.00 û bi saeta Ewropa jî 19.00’an destpê bike.

Hashtag jî wiha ye;

#HandsOffShingal

 

Back to top button