Daxûyanî

‘EM Ê LI SER XETA NÛJIYANAN BIBIN DENGÊ HEQÎQETÊ

 

Li Şengalê Rojnamevan û Şoreşger Nûjiyan Erhan di salvegera 9’emîn a şehadeta xwe de ji aliyê hevrêyên xwe de bi daxûyanikê hat bibîr anîn.

Di 3’ê Adara 2017’an de pêşmergeyên Roj ên ku girêdayî PDK’ê bûn êrîşî Xanesora Şengalê kirin. Civaka Êzidî bi pêşengiya jinan li dijî vê êrîşê bi rojan li ber xwe dan. Gelê Êzidî, ev êrîşa ku di encama xiyaneta PDK’ê de hat kirin weke berdewamiya fermana 74’an bi nav kir û her sal li dijî vê êrîşê helwesta xwe yê berxwedêr nîşan dide. Di êrîşê de Rojnamevan Nûjiyan Erhan, ji aliyê pêşmergên Roj ve di 3’ê Adarê de hat hedef girtin û bi giranî birîndar bû. Tevî hemû hewldanan jî Nûjiyan Erhan di şeva 21’ê Adarê de şehîd bû.

Ragihandina azad a şengalê her sal Nûjiyan Erhan bibîr tînin û soza şopandina rêya wê didin. Bi pêşengiya ragihandina azad a jinên êzidî Nûjiyan Erhan di salvegera 9’emîn bi beşdariya ragihandina azad a Şengalê, dayîkên şehîdan û meclîsên jin li ser gora xwe bi daxûyanikê hat bibîr anîn.

Daxûyanî ji aliyê endama ragihandina jinên êzidî Hêvîdar Şengalî ve hate xwendin. Daxûyanî bi vê rengî ye;

‘Em soz didin bi rihê Nûjiyanan tekoşîna heqîqetê bidomînin’

JI BO RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK;

Di destpêka daxûyaniyê de Rojnamevan Nûjiyan Erhan hate birbîr anîn û wiha hat gotin: “Em di serî de şoreşger û rojnamevana çapemeniya Azad Rêheval Nûjiyan Erhan bibîr tînin. Em di şexsê hevrêya xwe Nûjiyan de şehîdên berxwedana Xanesorê, şehîdên çapemeniya azad û şehîdên 74 fermana bibîr tînin. Em soz didin ku em ê heta dawî li ser xeta çapemeniya azad bi rihê Nûjiyanan tekoşîna heqîqetê bidomînin.”

Em di 9’emîn salvegera şehadeta hevrê Nûjiyan de ne. Rêheval Nûjiyan, bi kesayeta xwe ya şoreşgerî, bi ked û xebata xwe di dilê me û civaka me de ciheke taybet ava kir. Di dema fermanê de ji çiyayên Azad berê xwe da Şengalê. Bi pênûs û kamera xwe rastiya fermanê ji dinyayê re ragihand. Ji bo ku bibe dengê êş, birîn û berxwedana jin, zarok û dayîkên me di rêya serxistina heqîqetê de meşiya.”

‘Em ê tû carî yên ku rêheval Nûjiyan hedef girtin ji bîr nekin’

Daxûyaniyê bal kişand ser kesayet, ked û bandora Nûjiyan Erhan a li ser jinên Êzidî û wiha dewam kir: “Îro navê bi sedan zarokên Êzidxanê Nûjiyan e. Em weke ragihandina jin, li ser xeta rojnamegeriya Azad a ku bi rastiya Nûjiyanan ava bûye tekoşîna heqîqetê dimeşînin. Me li ser rastiya Nûjiyan xwe bi rêxistin kir û weke ragihandina jinên Êzidî xwe ava kiriye. Hevrê Nûjiyan bû ronahiya heqîqetê. Bû keça çiyayê Şengalê û rojnamevana xaka pîroz a Êzidxanê.”

Rojnamevan û hevrêya me Nûjiyan di sala 2017’an de dema ku di şerê xiyanetê de heqîqeta berxwedêran dişopand hate hedef girtin û şehîd bû. Beriya niha bi 9 salan di berxwedana Xanesorê ya li dijî Pêşmergeyên Roj ên girêdayî PDK’ê Rojnamevan Nûjiyan şehîd bû. Em ê tû carî yên ku rêheval Nûjiyan hedef girtin û şehîd xistin ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.”

‘Em ê bi pênûs û kemara Nûjiyan planên dijî civaka xwe eşkere bikin’

Her wiha di daxûyaniyê de hate gotin ku di roja îro de divê Ragihandina Azad a Şengalê bi rihê Nûjiyanan xwedî li rola xwe derkeve û wiha bi dawî bû: “Di roja îro de careke din xeteriyên mezin li ser civaka me hene. Divê em weke ragihandina azad a şengalê, weke Rojnamevan Nûjiyan xwedî li kar û xebatên xwe derkevin û plangeriyên li ser civaka me têne kirin eşkere bikin û bibin dengê civaka xwe.”

Em careke din hevrêya xwe û Rojnamevana çapemeniya Azad bi rêz û hûrmet bibîr tînin û soza me daye şehîdên rêya heqîqetê dubare dikin. Bi vê bîr û baweriyê em dibêjin; em ê heta dawî li ser şopa heqîqetê, bi rihê Nûjiyanan tekoşîna azadiyê bimeşînin. Bi pênûs û kemara Nûjiyan heqîqeta jinên Êzidî bi jiyana azad bihûnin.”

Ragihandina Azad a Jinên Êzidî

22-03-2026

 

 

 

 

Back to top button