
Li Şengal bi boneya 4’ê Nîsanê seminer hat dayîn
TAJÊ bi boneya 4’ê Nîsanê du semîner lidarxistin. Di semîneran de hate gotin ku ‘Em wek jinên Êzidî bi saya Serokatî di nav bêhêvîtiyê de bûn xwedî hêvî.’
Bi nêzîkbûna 4’ê Nîsanê li çar parçe Kurdistan û derveyî welat pîrozbahî û çalakiyên ji bo rojbûna Rêber Abdullah tên li dar xistin. Di çarçoveya plansaziya 4’ê Nîsanê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê û li gundê Digurê du semîner lidarxistin. Di semînera navenda Şengalê de Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hesen, di semînera li gundê Digurê jî Berdevka TAJÊ Riham Hico axivîn.
Di semînera li gundê Digurê de Berdevka TAJÊ Riham Hico, di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li hemû jinan pîroz kir û li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan wiha got: “Rêber Apo di paraznameyên xwe de jî bahsa jiyana xwe kiriye, bahsa jiyana gund, bahsa hevaltiyên xwe yên gund kiriye. Rêber Apo ti car ji jiyana xwe şerm nekiriye û rastiya jiyana xwe jî ji ti kesî veneşartiye. Her ji destpêkê ve bi rexnekirina malbata xwe pêş de diçe û tekoşîna xwe meşandiye.
‘Rêber Apo nêzîkatiya pergalê ya li jinê qebûl nekiriye’
Di axaftina xwe de Riham Hico balkişand li ser taybetmendiyê Rêber Apo ku naşibe ti serokekî din û wiha berdewam kir: “Rêber Apo jiyana xwe ji zaroktiya wî heta damezrandina PKK’ê, ji damezrandina PKK’ê heta komploya navnetewî, ji 15’ê Sibatê heta roja me ya îro weke 3 merheleyan digre dest. Rêber Apo ti car weke zarokekî normal jiyan nekiriye, her tim tekoşîn kiriye, tişta heyî red kiriye û li ser wî esasî xwe pêş de biriye. Li dibistanê jî her tim weke lêgerînvanekî li her tiştî mêze kiriye. Mêzekirina wî ya pirsgirêkan cûda bûye. Pirsgirêka jin ji xwe re weke pirsgirêk dîtiye. Rastiya jin, nêzîkatiya pergalê ya li jinê qebûl nekiriye. Hê dema xwişka wî dizewicînin dikeve ferqa vê pirsgirêkê. Wê demê dibêje, ‘xwişka min birin li beramber çend çewal genim.’ Wê demê Rêber Apo ferq kir ku li ser jinê bazarek heye. Dîsa serdestî û bindestî heye. Wê demê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê peyva Kurd qedexe ye. Kurd nikarin bêjin, ‘em Kurd in.’ Ne xwedî nasname ne, ne xwedî çand in. Serokatî van hemûyan ferq dike û tekoşîneke rast dide meşandin.”
‘Yên ku Rêber Apo û fikrên wî naskirin ketin nava tekoşînê’
Di berdewamiya axaftina xwe de Riham Hico tîne ser ziman ku her çiqas di nav gelê Kurd de gelek serok derketibin jî yek ji wan jî di çareserkirina pirsgirêka Kurd de bi serneketine û wisa pê de diçe: “Gelek pêşeng jî di nav gelê Kurd de derketine û bi dilsozî xwestine ji bo gelê Kurd, pirsgirêka gelê Kurd çareser bikin. Ferqa Rêber Apo, pirsgirêka Kurd bi zanistî girte dest. Ji ber vê jî dema dijmin xwest tevgera PKK’ê ku bi pêşengtiya Rêber Apo pêş ketiye di şexsê Rêber Apo de tûne bike. Gotin, ‘ger em Serokê wan bikujin, em ê vê serhildanê têk bibin.’ Şoreşên cîhanê çawa têk çûne? Bi girtin yan jî bi kuştina serokên wan. Wisa nêzî Rêber Apo jî bûn. Lê belê dema Rêber Apo girtin ketin wê ferqê ku ev serok naşibe serokên din. Rêber Apo her tişt di xwe de kilît nekir. Bi hezaran însan anî ba hev, rêxistin kir. Rêber Apo xwe tenê wek serokê Kurdan jî negirte dest. Rêber Apo li ser Ereban kar kir, li ser Êzidiyan kar kir. Ji bo wê jî bi hezaran Ereb ji bo Serok Apo rabûn ser piyan. Yên ku Rêber Apo û fikrên wî naskirin ketin nava tekoşînekê. Heta hat wê astê ku bi dehan kes agir berdan laşê xwe, xwe şewitandin. Gotin, em vê zilmê, vê niheqiyê qebûl nakin.”
‘Em bi saya fikrê Rêber Apo bûn xwedî îrade’
Berdevka TAJÊ Riham Hico di dawiya axaftina xwe de balkişand ser komploya navnetewî û wiha got: “Dewleta Tirk ne bi tena serê xwe Serokatî girt. Yên ku wî girtin hêzên navnetewî bûn. Çima pêwîstî bi vê tiştê dîtin? Ji ber ku tekoşîna Rêber Apo ne li gor berjewendiyên wan hêzan bû. Rêber Apo li ser biratiya gelan kar kir, li ser rastî û azadiya jin kar kir, li ser azadî û wekheviya civakan kar kir. Pergala ku Rêber Apo dixwaze avabike wekhev e. Ne ferq di navbera jin û mêr de heye, ne ferq di navbera Kurd û Ereb de heye, ne jî ferq di navbera Êzidî û Ereban de heye. Em jî niha wek jinên Êzidî dibêjin, ‘em bi saya fikrê Serokatî bûn xwedî îrade. Em bûn xwedî rêxistin.’ Rêxistina jin bi saya Serokatî jiyanî bûye. Piştî fermanê rizgariya jinan ji bo me bû rojbûnek. Di nav bêhêvîtiyê de em bûn xwedî hêvî.”
Piştî axaftina Riham Hico semîner bi dawî bû.
