Nûçe

TAJÊ kongreya xwe ya asayî li dar dixe

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) 3’yemîn kongreya xwe ya asayî bi beşdariya 250 delegeyan li Geliyê Kersê pêk tîne.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) bi beşdariya 250 delegeyan bi diruşma ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî Ber Bi Jiyana Komînal’ îro li Geliyê Keliyê Kersê kongreya xwe ya 3’yemîn li dar dixe. Di kongreyê de mêvanên ku ji devre jî hatibûn amade ne. Hin rêxistin û kesayet ku nekarîn rasterast beşdarî kongreyê bibin jî peyam şandin.

Kongre ji bo tevahî şehîdên azadiyê û 74 fermanan bi yek deqqe rêzgirtinê destpêkir. Axaftina vekirina kongreyê ji aliyê berdevka TAJÊ Rîham Hico ve hat kirin. Rîham Hico li ser girîngiya tevgera jinên Êzidî ku salên dirêjin ji bo parastina destkeftiyên Şengal û Êzidiyan tekoşîn dikin axifî û wisa berdewam kir: “têkoşîna ku me deh salan dan meşandin. Jinên êzîdî muhra xwe li dîroka şengalê dan. Civaka êzîdî jî di nav de taybet jinên êzîdî berxwedaniyek  bêhempa dan meşandin. Gelek serkeftin bi vî awayî hatin bidest xistin. Ev kombûna me cihe bîryar û qarera re ne. Bi bîryarên ku bikaribe pêvajoye bide guhartin û hevdû temam bikin pêkbînin. Em bi keda şehîdan û bi fikir-felsefeya Rêber Apo em li virin. Bi jiyaneke komûnal emê jiyana xwe bidin avakirin. Zehmetiyên heyî her ku diçe zehmettir dibin. Roj roja em bibin em xwedî yê xwe bin. Rêxistinbûna xwe, perwerdeya xwe bi hevdûre biserbixin.’’

Li gor bernameya kongreyê wê peyamên malbata şehîdan, YJŞ’ê, jinên Mexmurê werin dayîn. Dîsa wê peyamên, Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, Jinên Êzidî yên Rojava, siyasetmedar û çalakvana mafê Êzidiyan Meyan Xêrî Beg ku nekarîn rasterast beşdarî kongreyê bibin bên xwendin.

Piştî peyaman wê dîwana kongreyê bê hilbijartin û kongre destpêbike. Piştî diyarkirina dîwanê wê perskektîfa Rêber Abdullah Ocalan, peyama KJK’ê, rapora TAJÊ ya 2 salan bên xwendin. Li ser raporê wê nirxandinên rêxistinî û siyasî bên meşandin.

Di birêveçûna kongreyê de wê hevpeymana civakî ya nû bê xwendin, planlama û biryarên ji bo 2 salan bên diyarkirin, koordînasyona nû bê hilbijartin û sond bê xwarin. Piştî axaftina girtine jî wê kongre bi dawî bibe.

Li gor plansaziya ku hatiye diyarkirin wê kongre yek roj bajo.

Kongre berdewam dike…

 

 

 

Back to top button