
Meclîsa Gel a Şengalê ji bo pêkanîna mafê hêviyê yê Rêber Apo Daxuyanî da
Meclîsa Gel a Şengalê û endamên Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJÊ)ji bo pêkanîna mafê hêviyê yê Rêber Apo daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang li DMME û Konseya Ewropa hat kirin da ku erka xwe bîne cîh hate gotin ku ger fikrek civakekê ji qirkirinê xilas kiribe, divê xwediyê wî fikrî jî were parastin. Daxuyanî ji hela Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Azad Hisên ve hat dayîn.
Wê demê şagirtên ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bûbûn berê xwe dan Şengalê û Êzidî ji qirkirin û qetlîamê rizgar kirin. Ji wê demê ve Êzidî fikrên Rêber Apo weke fikrên herî rast, sîwana herî qewîn ji xwe re esas girtin. Di bin wê sîwanê de karîn xwe birêxistin bikin, karîn hêzên xwe yên leşkerî ava bikin, weke meclîsa gel û komînan sazî û dezgehên xwe yên civakî ava bikin û kar û xebatên xwe birêve bibin. Ji dîrokê heta niha cara yekem Êzidî bi saya fikrê Rêber Apo rêbazek wisa rast dibînin û li ser dimeşin.
Divê Konseya Ewropa li ser biryara xwe ya mafê hêviyê ku beriya niha salekê dabû bisekine. Zextekê li ser dewleta Tirk bike da ku azadiya fîzîkî ya Serok Apo pêk were. Em wek civaka Êzidî azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Serok Apo de dibînin. Em bang li mafên mirovan, CPT û hemû ciyên peywendîdar dikin da ku bi erka xwe ya mirovî rabin. Îro em li vir weke civaka Êzidî daxuyanî didin lê niha em dizanin ku li gelek deverên din gelên bindest bi vê daxwaza me re ne. Ev gelane bi fikrê Rêber Apo îro xwe rêxistin dikin û tekoşîna rizgarî û azadiya xwe dikin.
Îro em weke civaka Êzidî xwe ji rojeva Serok Apo ku weke entegrasyona demokratîk û civaka demokratîk avakiriye amade dikin. Em xwe deyndarê Serok Apo dibînin. Civaka me ku di fermana herî dawî de ber bi tunebûnê ve diçû bi saya Serok Apo hate parastin. Divê hemû cîhan vê baş bizanibe dema fikrek bikaribe civakekê ji qirkirinê xilas bike divê xwedî li wî kesî û fikrî derkevin. Careke din em bang li Konseya Ewropa, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa û CPT û dewletên ku jenosîda Êzidiyan naskirine dikin da ku bi erka xwe rabin, bêdeng nemînin û bila baş bizanin Êzidî xwe di vî fikrî de azad dibînin û dikarin pêşî li fermanan bigrin