Nûçe

Li Şengalê Konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk Destpêkir

Şengal – Bi pêşengtiya Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk bi şîara “Edaleta Veguhez Wê Bibe Bingeha Entegrasyona Demokratîk” re bi tevlîbûna 200 delegeyan destpêkir.

Konferansa ku li Meclîsa Gel a Şengalê tê lidar xistin Endame Parlamentoya Ewropayê Martin Schirdewan (di koma siyasî ya Çep wek Hevserok Xebat dike), seroka rêxistina siyasî ya Ewropayê EFA(European Free Alliance- Hevpeymaniya Azad a Ewropa) Lorena López de Lacalle, serokwezîra hikûmeta Belûçistanê ya li Sirgûnê (Exile) Profesor Naela Quadri Baloch û gelek çalakvan, huquqnas, akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar, parlamenter, sazî û endamên Meclîsa Gel a Şengalê tevlî bûn.

Salona konferansê bi gelek wêneyên ku kêliyên fermana 74’an radigihîne û şehîdên fermana 74’an hatiye xemilandin. Her wiha pankarta “Dewlet, parlamen û ajansên navneteweyî yên ku jenosîda Êzîdiyan bi fermî qebûl kirine” hatiye daleqandin.

“Divê Iraq statuya Şengalê nasbike”

Konferans bi yek deqe rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê ji aliyê oldar Mam Bedel ve qewl hatin gotin. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokatiya Meclîsa Gel a Şengalê Azad Hisên ve hat kirin. Azad Hisên di destpêka axaftina xwe de bi xêrhatina mêvanan kir û got: “Êzidî di sala 2014’an de rastî jenosîdê hatin û gelek zarok, jin û kal û pîr mirin. Ev konferansa rûxmê fermana hate serê Êzidiyan tê kirin tê wateya berxwedan û serkeftina Şengalê. Mêvanên ku ji her aliyekê ve hatine jî palpişta herî mezin a Şengalê ye. Em wek Êzidî dixwazin li ser axa xwe azad bijîn û amade ne ku bi her kesî re li ser vî esasî rûnin û nîqaş bikin. Dixwazin entegrasyona demokratîk pêk bînin.”

Piştî Zeynep Murad Hevseroka KNK’ê anî ser ziman ku: “Ev konferans di demeke dîrokî de tê li dar xistin. Fermana dawî birîneke kur di dilê gelê me yê Êzidî û yê me de çêkir. Doza gelê me yê Êzidî ku niha dimeşîne doza me ye jî. Rojhilata Navîn di nav şerekî dijwar de ye. Di vê demê de yekîtiya me gelek girîng e da ku em bikaribin xwe biparêzin. Em ji dewleta Iraqê ya federal dixwazin mafê gelê me yê Êzidiyan nas bike, statuya Şengalê nas bike, îradeya Êzidiyan nas bike. Derfet û talokeyên mezin li pêşiya me heye. Ji bo wê xwedîderketina li hev pir girîng e.”

Bernameya konferansê wê bi sê panelên sereke pêk were û hûrgiliyên wan wiha ne:

Panêla 1: Rastiya Fermanê

Di Dîrokê De Ferman – Heso Birahîm

Ferman û Jin – Sara Şengalî Endama Akademiya Jineolojî

Bandora Fermanan li Ser Çandê – Eldîn Qûlo Rewşenbîr û Nivîskar

“Ji ber ku jin bawerî û çanda me parastiye herî zêde bûye hedef”

Di beşa yekem a konferansê de Heso Birahîm di destpêka axaftina xwe de şehîdên fermanê bibîr anî û li ser dîroka fermanê got: “Êzidî gel û baweriyeke kevnar e. Ezda tê wateya xweda ye. Xwedayek ku vê dinyayê bê ferq û cudahî dimeşîne. Xwedê kîna kesî nedaye ber xwe. Me xweda wisa naskiriye. Me wek fikir û felsefeyek xwedê naskiriye ku bi edalet e. Em ji hemû bîr û baweriyan re rêz digrin. Herkesek ji emelê xwe berpirs e li gor baweriya me.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Heso Birahîm anî ser ziman ku rûxmê di baweriya Êzidiyan de ferq û cudahiya jin û mêr nîne di fermanan de herî zêde jin êş dikşînin, ew dibin hedef û got: “Xwedaya me ronahiyeke, ti cinsê xwedaya me nîne. Li gor baweriya me erd mê ye, ji bo wê me erda xwe parastiye. Me ajalên xwe yên mê ser jênekiriye. Di baweriya me de jin pîroz e, ji bo wê jî di hemû rêûresmên me de jin di destê wan de çira li herî pêş e. Ji ber ku ya ku bawerî û çanda min parastiye jin e, dayika min e. Ji bo wê jî êrişa herî dijwar li ser jinê tê kirin.”

Heso Birahîm bahsa dewlemendiya bîr û baweriyên cuda yên li Iraqê jî kir û got: “divê karên dîn û dewletê ji hev bên cudakirin. Ger îro xeteriyek li ser Êzidiyan hebe, wê sibê li ser pêkhateyên din jî hebe.”

“Ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de karekî ciddî nehatiye meşandin”

Endama Akademiya Jineolojî ya Şengalê Sara Botan anî ser ziman ku ger îro konferanseke bi vî rengî tê li dar xistin ev bi saya berxwedana jinên Êzidî, civaka Êzidî, Rêber Apo ye û wisa berdewam kir: “Di fermanê de herî zêde jin û zarok hatin hedef girtin. Belkî fîzîkî jin kêmtir kuştin lê xwestin di aliyê çand û mêjî de civakê ji holê rakin. Îro bi hezaran keç û jinên me di destê DAIŞ’ê de ne û aqubeta wan ne diyar e. Heta niha jî xebateke berfireh ku bikaribe rewşa van jin û keçên me bigre dest nehatiye meşandin.”

Panêla 2: Jenosîda 2014’an û Lêgerîna Edaletê

Qanuna Jenosîda Navnetewî û sedemên netevlîbûna Iraqê ya daklerasyona Roma – Nasir Kirêt (Şêwirmendê Parlementoya Başurê Kurdistanê yê Kar û Barê Enfal û Jenosîdê)

Rewşa Gorên Komî, Belgeyên Hovîtiya Daîşê û Mafê Malbatên Qurbaniyan – Xeyrî Elî İbrahîm Serokê Munazemeya Petrichor a Mafê Mirovan

Jenosîda 2014’an û Bandora wê ya li Ser Pîskolojiya Civaka Êzidî – Samya Şengalî Rojnamevan û Aktîvîst

Qirkirina Êzidiyan di navbera xemsariya navxweyî û naskirina navdewletî de – Xelef Qasim Hiqûqnas

 Panêla 3: Entegrasyona Demokratîk   

Entegrasyon, Dewlet û Civaka Demokratîk – Kendal Şengalî Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê

Di Entegrasyona Demokratîk De Rola Jin – Besê Şengalî Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Gel a Şengalê

Demokrasiya Xwecihî – Xwedêda Elyas Hevsorêkê Komînên Şarederiyên Şengalê

Konferans berdewam dike…

 

Back to top button