ÇAND Û HUNER

SERSAL Û BATIZMIYA WE PÎROZ BE

Cejna Batizmî ku yek ji cejnên civaka Êzidî ye, di dawiya salê de dest pê dibe û di destpêka sala nû de bi dawî dibe. Ji ber vê yeke bi hevoka “sersal û Batizmiya we pîroz bê!” cejna hev pîroz dikin. Ji nava civaka Êzidî eşîra çêlkan vê cejnê pîroz dikin. Li gorî rê û resmê Cejna Batizmî heft roj cejin tê pîrozkirin. Cejna Batizmî gelek taybetmendî û sembolan di nava xwe de dihewîne. Her wiha  sembolek xwedî dîrokeke kevnar a bi hezarê sala ye.

Roja yekşemê cejin dest pê dike û heftiyek dewam dike. Roja destpêkê wek roja cilşo, yanî roja paqijî tê destnîşankirin. Her malbateke ji eşîra Çêlkan wê roja mal, cil û derdorê xwe paqij dike, ji bo ku di cejnê de paqij bimîne. Her wiha li gorî rê û resmên cejna Batizmî sê roj rojî têne girtin. Her mirovekî Êzidî dikare van her sê rojiyan bigre û xêrê bike. Di roja sêyan de pez tê kuştin. Ji wê rojê re tê gotin roja pez kuştinê. Her malbateke ku cejin çêdike li gorî derfetên xwe pez, yan jî heywanek digurîne. Ji wê peza ku kirine xêr 7 parî tên jêkirin. Ew parî pêwîst e ji milê rastê yê wê pezê bên jêkirin.

Pir balkêş e ku di vê cejnê de tim behsa hijmara ‘7’ tê kirin. Wateya hijmara 7 jî ev e. Li gorî hemû dîn, bawerî û ilmên heyî 7 melek yanî milyaket hene. Cejna Batizmî cejna 7 melekan e, xêra her roja cejnê ji milyaketekî re tê çêkirin.

SEWIK; Yek ji taybetmendiyê Cejna Batizmî çêkirina sewikan e. Hevîrê sewikan bi hevîrtirş tê çêkirin. Nabe ku derman bikeva nava wî hevîrê sewikan. Tê gotin ku li Bakurê Kurdistanê dareke  gûzan heye, malbateke ji eşîra Çêlkan diçe ji wê darê gûzekê tîne û dixe nava hevîrê xwe. Bi wê gûzê hevîr tirş dibe û dibe hevîrtirş. Piştre ew hevîr li malbatên Çêlkan ên ku cejnê pîroz dikin tê belav kirin. Bi wî hevîrî hevîrê xwe yê sewikan distirin û sewikên xwe çêdikin. Sewik bi dohnê li ser agir tên sorkirin. Sewik; girover wekî giroveriya rojê tê çêkirin, li ser sewikê bi dar neqiş tê neqişandin. Li derdora sewika tîrêj û li orta sewikê çar koşa tê neqişandin. Wateya vê yeke jî ew e ku roj bi tîrêjên xwe çar aliyê gerdûnê ronî dike.

BASIMBAR; Tayê Basimbar ji rengê sor û sipî çêdibe. Her du reng bi teşiyê li hev tên badan û her kesê ku baweriya xwe pê tîne ji malbatên ku cejnê çêdikin dixwazin û dixin dest yan jî sitûyê xwe. Wateya rengê sipî û sor wiha ye; rengê sipî wekî rengê paqijî tê dîtin. Li gorî bîr û baweriyê Civaka Êzidî paqijî ji îmanê tê û pêwîst e îmana mirovan paqij bimîne. Rengê sor jî wek rengê rojê tê dîtin, dema roj diçe ava renge wê sor dibe. Her wiha nêrîneke dîtir jî heye ku tê gotin rengê sipî û sor rengên xwînê yanê yê zindîbûnê ye, ji ber ku du rengên xwînê hene, zindîbûnê ava dike.

SIMAT;  Simat xwarineke taybet û pîroz e ku civaka Êzidî di gelek cejnan de çêdike. Simata ku li cejna Batizmiyê tê çêkirin jî xwedî taybetmendiyeke kevnar ya ji dîrokê ye. Simat ji van tiştan pêk tê; Genim, nok, goşt û heba hinarê ya hişk, jêra dibêjin tirşî. Dixin nav hev de û simata xwe dikelînin û li der û cînarê xwe belav dikin.

XEWRE; Di cejna Batimziyê de Xewre tê çêkirin. Xewra ji ar,av, kuncî û hêkan tê çêkirin û bi agirê daran tê sorkirin. Şeva ku Xewre tê çêkirin şêvberata Xewre tê girtin û li mala ku xewre têde tê çêkirin milat li hev kom dibin û li dora xewre nobet tê girtin. Roja piştî wê li hemû malên ji eşîran çêlkan yên ku cejna Batizmî çêdikin tê belavkirin û xewra tê danîn.

Di nava civaka Êzidî de bi hezarên salaya ku cejna Batimzî tê pîroz kirin. Li gorî bîr û baweriya Ezdatiyê her cejn bi xwezayê ve girêdayî ye û taîfa xweza û jiyana xwezayî dike. Ji dîrokê heya roja îro ev çanda kevnar ya bi hezarên slan di nava civaka Êzidî de tê dewam kirin. Cejna Batimzî heman xwedî taybetmnadî û tarîfkirina xweza û gerdunê ye.

 

Back to top button