ÇALAKî

BI MÎRASA DAYÊ UWEYÎŞ ÎRO JIYAN BI EVÎNA AZADIYÊ ŞÎN DIBE

Di salvegera wefata dayîka Rêber APO de, em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) dayê Uweyîş bi rêzdarî bi bîr tînin. Di kesayeta xwe de dayê Uweyîş çanda me ya hezarên salan temsîl dikir. Li hemberî neheqî û desthiladarî her bertek nîşan dida û têkoşîn dikir. Ruhê wê yê berxwedêr û welatparêziyê her li pêş bû. Ji bo wê jî dayê Uweyîş ji her dayîka Êzidî re bûye pêşeng û mînak. Çawa ku di dîroka me Êzidiyan de jin û dayîkan ji bo azadî, aştî û wekheviyê li hemberî desthiladariyê rabûne û tu carî serî netewandine. Xeta berxwedanê parastin û meşa azadiyê li dar xistin. Dayê Uweyîş jî cihê xwe di nava dîroka jinên berxwedêr de girt. Dema em dibêjin “ jin jiyan e” dîrok bi xwe jî şahidiyê vê kiriye. Çand, bawerî, ziman, exlaq, ruhê mirovahî û rastî her ji aliyê jin û dayîkê ve hatine parastin. Ji bo vê êdî jin û dayîk parazvanên jiyanê ne. Yên ku di roja me ya îro de welat û civaka xwe bi rêve dibin û li hemberî her cure êrîşên dijmin radibin û nirxên me diparêzin jin û dayîk in. Ev rastî di şexsê dayê Uweyîş, dayê Gulê û hemû jin û dayîkên aşîtiyê de cardin li ber çavan e. Ji bo vê çi dibe bila bibe, em ê xeta xwe ya berxwedanê bê navber bidomînin û meşa azadiyê li tevahî cîhanê pêş bixin.

Weke jin û dayîkên Êzidî cardin dibêjin, rehma Xwedê li dayê Uweyîş be û cihê wê cinet be. Bila dilê te şad be, îro bi hezaran jinên rêxistinkirî, xwedî cesaret ji bo azadiya jinan û Rêber APO têkoşîn dikin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ )

Back to top button