CIVAK Û JIYAN

JINÊN ÊZIDÎ BI TAJÊ RE LI ÎRAQÊ PÊŞENGTÎ JI JIYANA AZAD Û DEMOKRATÎK RE DIKIN

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Bexdayê bi jinan re dest bi hevdîtinan kir. Ji bo danasîna TAJÊ, bi rêxistin û kesayetên jin ên li Îraqê re, bi şandeyekê, ji bo hevdîtinên bi jinan re serdana Bexdayê kir. Şande ji sê kesan pêk hat; Rîham Hico Endama Kordînasyona TAJÊ, Zozan Simo Endama TAJÊ û Suham Şingalî berpirsa têkiliyên derve ya TAJÊ.

Bi armanca danasîna kar, xebat û rêxistinbûna jin di Şingalê de, her wiha nêrîna jin ji bona rewşa siyasî, civakî, parastinî li herêmê û ji nû ve avakirina Şingalê, li Bexdayê bi saziyên jinan, jinên  rewşenbîr, çalakvan ên sivîl, rojnamevan û hwd. bi gelek aliyan re hevdîtinan pêk anî. Di hevdîtinan de ev mijar yek bi yek hatin nîqaşkirin.

Hevdîtin bi van aliyan re hatin kirin:

Umeya Tehsîn Beg; kar û barên Êzidiyan li Bexda .

Munazemeya Azadiya Jin ya Îraqê.

Şiruq El Ebayîcî; Sekretera Partiya Tevgera Sivîl ( Hereketa El Medeniya )

Hadî El Selamî; endamê Parlemena Îraqê.

Rojnemevan û karmendên qenata El Bexdadiya Elî.

Wezarete Koç û Koçberan.

Lêkolînvan; Lehîbe Lîcin.

Exlas El Şerî; cîgera seroka partiya netew.

Hena El Edwer; seroka tora jinan ya Îraqê.

Emel Ebaşî; berpirsa Cumiya Emel.

Şemsa Necar; çalakvana sivîl.

Bidur Cerah ;çalakvana sivîl.

Niqeya Im Selam; çalakvana sivîl.

Şamîran;  Kordînasyona Tavna Jinên Îraq.

Mehmud El Igêlî; serokê Partiya  El Uma.

Di hevdîtinan de ev mijar hatin giftugokirin;

  • Jinên dîlgirtî yên de destê çeteyên Daîşê de û rizgakirina wan.
  • Rewşa koçberên di kampên Başûrê Kurdistanê de, sedem û astengiyên li pêşiya vegera koçberan.
  • Rewşa Şingalê.
  • Zextên hikûmeta Îraqê yên li ser civaka Êzidî li Şingalê.
  • Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser gelên herêmê.

Dîsa bi berfirehî asta rêxistinbûna civaka Êzidî di pêşengtiya jin de û girîngiya yekîtî û têkoşîna hevbeş a jinan li Îraqê jî hat giftugokirin. Li ser vî esasî TAJÊ ji van aliyên jinan daxwaza piştgirî û têkoşîneke hevbeş li dijî siyaseta qirêj a li Şingalê û êrîşên dagirker ên li ser gelên herêmê  kir.

 

Back to top button