TENDURISTÎ

TOLIK, HEM HEKÎME HEM DERMANE

Navê Tolikê bi Erebî; Xibêz e. Li her herêmekê navekî cuda lê tê kirin. Malbata Tolikê dişibe nebatê sebanix û meloxiyê. Hema bêje li her derê çêdibe. Hem payîzan hem jî biharan li deşt û zozanan, li kêleka rê û hewşan de çêdibe. Heger normal ji bo xwarinê be çi dem be dikarin kom bikin. Heger ji bo derman be, di germê de tê komkirin, ji ber ku taqeta(hêza) xwe ji rojê digre, baştir e. Lazim e dema komkirinê ne ewr ne baran be û erd jî ne ter be. Di vir de jî hemû hêza wê dikeve kokê, bin erdê. Pel û nêriyê wê dema kesk be tê komkirin. Ji ber ku nazik e, nayê zuhakirin û hilgirtin.

Teybetmendiyên wê; antî bakterî û antî vîros e. Ji bo hinek pirsgirêkên kolon wek qebid, (xazat, ba) hebe roviyan rehet dike û mîde nerm dike. Dema weke şorbe bê bikaranîn, ji bo kurmên skarîs bavêje, baş e. Wekî din ji bo bergirî laş bihêz e, dîsa ji bo kuxuka zuha û iltîhaba malzarokê baş e, ji ber ku muther e. Ava wê ji bo por, rû û cild baş e. Teybetmendiyên wê yên dîtir jî; dîuretîc yanî mecarî bolî paqij dike û dextê dadixe.

Bikaranîna wê:

Baş tê şûştin û hûrkirin, piştre tê kelandin û rojê ji 3 caran bêhtir nayê bikaranîn. Berî xwarinê herî kêm bi nîv saetê bi yek glasa avê tê bikaranîn. Li gorî şertê nexweşiyê heger mizmîn be (kironîk be) yan jî sivik be tê bikaranîn. Ji du heftiyan heta mehekê jî tê bikaranîn. Heger pir demdirêj li ser hev bê bikaranîn, hesasî çêdike, şekir kêm dike û gêjbûnê çêdike.

Tolik bi taybetî li ser axa Şengalê ya bi bereket, havîn, zivistan li her derê çêdibe. Gelê Şingalê gelek ji gihayê Tolikê hez dike. Her dem kom dikin û weke xwarin çêdikin. Gihayekî tê bawerkirin ku gelek feydeya wê ji pir nexweşînan re heye. Lewma pir tê hezkirin. Ji her temenî însan tolikê kom dikin. Bi taybetî zarok û jin, ji komkirina tolikê zewqeke mezin digirin.

Di milê aborî de jî, hin jin serê sibê tolikê didin hev û li bazarê difiroşin û pê debara xwe dikin. Di demên dawiyê de tolik piştî ku tê komkirin û kelandin, di mucemîdeyê de tê rakirin û kîngê dema tê xwestin ji bo xwarinê tê amadekirin.

Em hêvîdar in ku hûn fêde bigrin.

Back to top button