ÇALAKî

BI RAMANÊN RÊBER APO ME XWE JI NÛVE AFIRAND

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO, li gundê Hesewîk yê girêdayî herêma Ereban ku dikeve navbera Şengal û sînorê Rojavayê Kurdistanê de semînerek li ser jiyana Rêbertî dan.

Semîner bi deqeyek rêzgirtina li ser rûhê  şehîdan dest pê kir.

Semîner ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen ve hate rêvebirin. Hesen, li ser wateya rojbûna Rêber APO  axivî û wiha got: “4’ê Nîsan rojbûna Rêber Apo em weke rojbûna fikra ku banga yekîtiya gelan, azadiya jinê û hevjiyana azad dike dibînin. Tevgera ku bi 6 kesan dest pê kir, niha bûye bi milyonan mirov ku li pey fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin. Rêber Apo dibêje, ‘Eger em bi hevre yek bin hemû dinya li dijî me şer bike em ê biserkevin, lê eger em ne yek bin bila dinya hemû bi me re be em bi ser nakevin.”

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şingalê ( MXDŞ )  Xezal Reşo jî di semînerê de axivî. Em ê çawan xwedî li mafên xwe derkevin û biparêzin em ji Rêber Apo hîn bûn. Bi taybet piştî fermana dawî me bi fikir û ramana Rêber Apo xwe ji nû ve ava kir. Em tu car jî nahêlin ku kesên ji me re bêbextî kirîne bên jibîrkirin. Her wiha kesên bi hewara civaka me ve jî hatine em ê tu carê jibîr nekin û nedin jibîrkirin. Fikra Rêber Apo hişt ku li Şengalê yekîtiya gelan zêdetir xurt bibe, em bi saya fikra Rêber Apo li vir kom bûne. Em ê heta dawî li ber xwe bidin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê bilind bikin.“

Semîner bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe!” bi dawî bû.

 

 

Back to top button