ÇALAKî

AXA KU BI XWÎNA ZAROKÊN ME HATIYE PARASTIN EM BI HÊSANÎ JI KESÎ RE NAHÊLIN

 

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li pêşberê çavê hemû cîhanê li ser axa me ya pîroz û li dijî civaka me ya êzidî fermanekî hat kirin. ev fermna bi armanca tunekirina baweriye êzidiyatiyê bû. lê belê bi berxwedaniya gêrîllayên kurdistanê ku xwe gihandin hewara me ev pilanên qirêj yên ku hemû dewletan tê de hebû di nav de PDK’ê jî, vala hate derxistin û nehêştin bigha armanca xwe.

Ji bo parastina vê axê û vê baweriyê zarokên em çek rakirin û hêzên  parastinê ya êzidxanê ava kirin. dewletên dagirker bi taybet Tirkiyê û hêzin PDK’ê ji bo ku heyfa binketina xwe di 3’ê Tebaxa 2014’an de rakin di 9’ê cotmeha 2019’an de peymanekî imzekirin. Ev peyam bi hemû xalên xwe li dijî îradeya civaka me bû. lê dîsa bi berxwedaniya civaka me û dayîkên me ev Peyman ne gihît armanca xwe.

Lê belê Enqera, Bexda û PDK’ê ji bo ku ev Peyman bi cih bînin serî li hemû rêbaz kirin. herî dawî jî duh hêzên  bi ser hikumeta kazimî ve hewl dan seytereya hêzin me ya asayîşa Êzidxanê  a ku li gundê Digurê ye bigrin. Ev hêz bê ku dan û sitandina bikin bi ser asayîşa me ve çûn. Ji bo parastine xwe û axa xwe Asayîşa me bersiv dan. Di encam de sivîl birîndar bûn.

Ev êrîşa ku ji aliya hêzin bi ser hikumeta Kazimî ve hatiye kirin ne tesedufe. Her kes dizane ku Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê ve di 17’ê vê mehê êrîş birin li ser çiyayên Başurê Kurdistanê. Ev êrîşa ku li Şengalê jî hatiye kirin ji wê pilana qirêj ne qute. Armanca dewleta Tirk a dagirker ewe ku axa Kurditanê û İraqê perçe perçe bike. lê mixabin ev yekê jî bi destê hêzin PDK’ê ve tên kirin. Niha jî dewleta tirk a dagirker û PDK’ê dixwezin van pilanan bi riya artîşa İraqê ve li Şengalê pêkbînin.

Em bang li hikumeta Kazimî û Bexdayê dikin da ku nebin desteka vê pilanê qirêj. Bila neyê lîstokên PDK’ê û dewleta Tirk a dagiker. İrqa giştî di nav rewşekî aloz de ye, ev rewş bila kur nebe. Lewma lazime hikumeta Kazimî û Bexdayê di berjewandiya gelên İraqê de tevbigerin ne li dijî gelan.

Her wiha em nêzî cejna  me ya pîroz cejna Çarşema Serê Nîsanê dibin. Ev êrîşa ku di van rojên pîroz de hatiye kirin em weke pîveneke ne ehlaqî dibînin. Di her êrîşekî li ser civaka me tê kirin her dem rojên me yên pîroz de dikin. Evana hemû ne tesedufin. Em viya weke êrîşa li ser bawriya Êzidyatî, hebûna iradeya civaka me  dixwînin û  şirove dikin.

Di dawiyê de em weke dayîk û jinên Êzidxanê dibêjin ev axa ku bi xwîna zarokên me hatiye parastin bi hêsanî ji kesî re nahêlin. Bi hezaran salaya ji bo tunekirina me her dem êrîş li ser em hatine kirin. lê belê civakeke ku carekî tema azadiyê girtiye tu car serê xwe natewîne. Em jî yek ji van civakana ku em tema azadiyê girtiye emê tu car li hember êrîşan bê deng nemînin û serê xwe jî natewînin. Weke dayîkên êzidxanê emê bibin mertalên li pêşiya hewldanên tunekirina civaka me.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî

 

Back to top button