ÇALAKî

TAJÊ; ROJ ROJA HEBÛN Û TUNEBÛNÊ YE EMÊ LI HEBÛNA XWE XWEDÎ DERKEVIN

Wekî tê zanîn îro bi giştî di cîhanê de, taybet jî li rojhilata navîn ,rewşên şer û alozkirina herêmê bi destê hêzên sermayedar tên kurkirin, ji van şer û aloziyan herî zêde gel û jin êşan dikşînin . Bi taybetî di nav sînorê îrqê her kes dizane ku mala berzanî û dewleta Tirk bi hev re pîlan danîn e ku nehêlin dewleta Îraqê aramiyê bijî û siyasta xwe ya ku istiqrara herêmê xera bikie kurtir dikin. Ji ber hesabên dewleta Tirk ku sînorê welatê xwe derbasî nava axa Îraqê bike heye . Di vê mehê de operesyona li ser qadên parastinê yên mediya hatiye despêkirin tenê li dijî gerîla  nîne li dijî îradeya gelên Îraqê û kurdstanê bi tevahî ye. Di van rojên ku dewleta Tirik êrîşî Başurê  Kurdistanê dike, artêşa Îraqê ku bi fermana Kazimî tevdigerin êrîşî hêza me Asayîşa Êzidxanê  kirin. Ev êrîşli ser îradeya gelê me ye. .Em jî dixwazin pirsgirêka Şingalê çareser bibe tu carî me deriyê diyalokê ne girtiye û em nebûn alîgirê şer . Lê em qebul nakin pirsgirêkê li ser hesabê destkeftiyê me werin çareser kirin. Deskeftiyên me xeta sorin ew bi xwîna qehremanên me wek  Berxwedan, Bêrîvan, Seîd, Dijwar û Zerdeştan hatina bi destxstinMe ji 3 tebaxê tecrube derxst êdî ne parastinî ne jî rêvberiyî em xwe bi hêviya tu kesî ve nahêlin û baweriya xwe nadin tu hêz û aliyan. Em dixwazin bi xwe parastina xwe bikin û xwe bi rêve bibin ev daxwazên me rewane û şeriî ne û gorî zagonên Îraqê ne.

ji bo wê em bang li hikimeta Îraqê û wezareta parastinê ya Îraqê dikin van hêzan kontirol bikin û ji heremêma me derxin . Di serê her kolanekê panzêrek ya artêşê danîne. Belavbûna artêşa Îraqê bi vî şêwazî tirs û nerehetiyê di nav civakê de dide ava kirin.

Em weke îradeya jinên Şengalê belavbûna artêşê bi vî şêwazî di nava suk û zikakan  qebûl nakin. Di kî dera diniyayê de artêş wisa di nava sivîlan an de belav bûya. Bila hikumeta kazimî pirsgirêk û nakokiyê xwe durî Şengal safî bike û li Şengalê bi erkê dewleta Tirk û PDK raneba.

Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) bang li tevahî gelê xwe dikin roj roja hebûn û tunebûnê ye lazime em li hebûna xwe xwedî derkevin. Yekîtiya me û hev girtina me bersiva herî  xurta ji van êrîşan re ye.Bi teybet Banga me ji jinan re heya ku di vê dema dîrokî de bê helwest nemînin û ji bo yekîtiya  civaka me pêşengtiyê bikin.Her dawî em bang li hemû kesên berpirsiyar, serok eşîrê, older, siyastmedarê û rewşenbîrê Êzidiyan dikin bi rola xwe rabin. Ji bo van hêzin şerxwaz baş de bikşînin erka xwe bicih bînin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ )

 

 

Back to top button