ANALÎZ

JINÊN ÊZDÎ LI SER KAR IN

 

Di ser fermana 03.08.2014’an ku li ser Êzdiyan hat rakirin re 7 sal derbas bûn. Di van heft salan de gelek şer û pevçûn derketin, gelek rêxistin ava bûn, gelek kar û xebat hatin kirin. Di van hemûyan de jî jin û dayîkên Êzdî her tim ciyê xwe girtin. Di sala 2016’an de di bin navê Tevgera Azadiya Jinên Êzıdî (TAJÊ) de xwe rêxistin kirin. Êdî di her bûyer û êrîşên li ser xaka Şingalê de, bi rengê xwe yê xweser, xebatên xwe berdewam kirin.

Her ku xwe bi rêxistin kirin jinên Êzidî pêş ketin. Îrade û biryardariya wan, hêrsa wan a li dijî dijminên Êzdiyan, her roja derbas bû xurt-tir bû. Bi perwerdeyan, bi civîn û nîqaşan, hestên wan bi zanebûnê hat sitirandin. Dijminên xwe nas kirin, hêza xwe nas kirin. Tevî hemû çewisandin û astengiyan jî tevlî bernameyên ragihandinê bûn û dengê civaka Êzdî gihandin cîhanê. Raya giştî dan avakirin. Di civîn û perwerdeyan de nêrînên xwe anîn ser ziman. Siyaseta bi taybetî li Îraqê û herêmê li ser Êzdiyan tê meşandin nirxandin. Bûn xwedî siyaseta xwe ya cewherî, bûn xwedî gotin. Di heyetên hevdîtinan de cî girtin û temsîliyeta jinên Êzdî kirin. Di meş û mîtîngan de di rêzên pêş de bêtirs ciyê xwe girtin.

Weke ku bêjin kes bi qasî me bi êşên me nahese, kes bi qasî me nizane ka me çi kişandiye. Her wiha em ê bi aqlê xwe, bi dilê xwe, bi gotina xwe, bi çalakiya xwe û bi destê xwe, xwe rêxistin bikin. Da ku careke din kes newêre fermaneke din bi ser me de bîne. Em çiqas xwe rêxistin bikin em ê ew qas bikaribin birînên xwe derman bikin, xwe û zarokên xwe, nirxên xwe, civaka xwe biparêzin. Di van heft salan de çiqas êrîş hatin ser sazî û dezgehên Şingalê, ser nirxên civaka Êzîdxan, li eniyên herî pêş, li dijî dijmin helwest nîşan dan. Bûn xwedî destkeftî.

7 sal in xeterî û metirsiyên li ser civaka Êzîdî û jinên Êzdî bi dawî nebûn. Di oxira parastina Şingalê de gelek şehîd hatin dayîn. Her şehîdek bû soza bilindkirina têkoşînê. Siyaseta dewletparêz, tu carî di bin banê xwe de maf û azadiyên gelan nas nake. Her wiha êrîşên li ser Şingalê jî di vê çarçoveyê de berdewam kirin. Hewlêr, Bexda û Enqere, di 9’ê cotmehê de planeke qirêj li ser Êzdiyan çêkirin. Bi taybetî li ser Asayîşa Êzîdxan û hemû nirx û destkeftiyên Êzdiyan êrîşên dijwar hatin çêkirin.

Ji wê rojê ve jinên Êzdî jî li dijî van êrîşan li ser piyan in. Her cara ku êrîş hatina ser Êzîdxanê, jinên Êzdî bûn xwedî helwest. Di heyetên hevdîtinan de ciyê xwe girtin, gotina xwe bêtirs û fikar gotin. Herî dawî di êrîşa li ser Asayîşa gundê Dugirê de jin xwe dan pêşiya êrîşê û dîsa Asayîşa xwe parastin. Piştî vê buyerê bi çend rojan  artêşa Îraqê hêzeke mezin veguhest Şingalê. Şingal xiste nav dorpêçekê. Sazî û meclîsên Xweseriya Demokratîk a Şingalê li ser vê daxuyanî dan. Diyar kirin ku wê li dijî dewleta Îraqê şer nekin. Lê belê êrîşeke ku were ser Êzîdxanê jî wê bêbersiv nemînin. Her wiha amadehiyên xwe kirin.

Jinên Êzîdxanê jî dîsa di nav van amadehiyan de ciyê xwe girtin. Di heyetan de bûn xwedî rol û dîplomasiya jin dan meşandin. Li ser ragihandinê bi raportajên xwe, bi daxuyaniyên xwe dengê xwe bi raya giştî re parvekirin. Dan diyarkirin ku wê van êrîşan tu car qebûl nekin û xwedî helwest bin. Ji milekî ve jî ji bo şervanên ku Şingalê diparêzin xwarin çêkirin û şandin mewziyan. Gotin dema pêwîst bike em ê çekên xwe bigrin û şer bikin. Bi her awayî xwe û civaka xwe biparêzin. Her wiha moral û manewiyatek dan civaka xwe.

7 sal in ku jinên Êzdî di nav têkoşîn û berxwedanekê de ne. Ev berxwedaniya  ku nirx dide avakirin, Bi hêrs, bi biryardarî, bi îrade, bi zanebûn hate avakirin. Ev berxwedan wê bi derengî nekeve û rûyê rast ê dijmin û xêrnexwazan derxîne holê. Cewhera jina Êzdî ya berxwedêr wê têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bike.

 

Back to top button