ÇAND Û HUNER

LI ŞINGALÊ BELGEFÎLME ŞEHÎD NÛJIYAN ERHAN HAT TEMAŞEKIRIN

Her mirovek xwedî rêwitiyek ya jiyanê ye. Lê hine mirov hene armanc, rêwîtî û jiyana wan naşibe ya herkesê , ew qas pîroz, binirx û hêjayî tevahî bedewiyê ne. Ev jiyan ne pir dûre li çiya û deştên welatê me de ne. Di nava wan çiyayan de ruxmê tevahî hovitiyên dijmin û xaînan keç û Xortên dil pola, ji bo ku tevahî jin û civak azad bibin têdikoşîn. Yek ji wan dil wêrekan jî Nujiyan Erhan e. Nujiyan Erhan di nava refên azadiyê de weke jinek şoreşger û rojnamevan tekoşîn dike. Nujiyan di sala 2014’an de berê xwe dide warê Pîroz Êzdîxanê û li wir ji bo ku cîhana kear, kor û lal buyî ku çavê xwe ji  fermana li ser civaka Êzidî girtî carekdin şîyar bike û wijdanê cihanê bêxe tevgerê yek bi yek çîrokên ferman û berxwedanan Civaka Êzidî dişopîne û radigehîne.

Nujiyan Ji aliyekî ve, ji bo ferman di tariyê de nemîne, di nava hewildanên pir mezin de bû. Her wiha ji aliyê din ve jî dilopek be jî, ji hêviya dilê xwe, rukeniya ruyê xwe  li dil û ruçikên jin û zarokên Êzdixanê zêde bike, dibe keç, xuşk û hevala her kesê ku  ji fermanê rizgar bûye. Ji bo wê Şehîd Nûjiyan  di dilê her ferdrk yê civaka Êzidî xwedî cihek teybet bû û tim dihat hezkirin. Rojnemevan Nûjiyan ji bo Civaka Êzidî kedek pir mezin da. Heval Nûjiyan Erhan  di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di encama êrişên pêşmergeyên Roj yên (PDK) de, di kêliyên şopandina êrişên pêşmergeyên îxanetkar yên mala Barzanî de bi giranî birîndar dibe û 22’yê Adarê de li Rojavayê Kurdistanê dighêje asta Şehadetê.

Li du Şihadeta Heval Nujiyan Erhan rê hevalên wê jî bo bîranîna Nujiyanê Begefîlma bi navê Nûjiyan ya ku bi çavên Nûjiyan êş, zehmetî, xweşî û şerê ku gelê Êzîdî rastî wan hatine tîne ziman. Her weha di belgefilmê de têkoşîn, berxwedan û kesayeta şoreşger, jina wêrek û leheng ya Şehîd  Nûjiyan  tê nîşandan. Belgefîlm di sala 2019’an ve dest bi amadekariyên xwe dike û di sala 2021’ê de temam dibe.. Belgefîlîma Nûjiyan Erhan ji aliyê Derhêner Jinda Asmen, Zinarîn Zinar û lîstokvan Ferîde Zade ve hatiye amadekirin.

Cara yekê belgefîlma Şehîd Nûjiyan li Şingalê tê temaşekirin

Di fermanê de Nujiyan ji bo civaka Êzdî hate Şengalê, îro jî jinên Êzidî civaka Êzidî, piştî  bêrîkirina 5 salan carekedin bi rukeniya Nujiyanê re hatin bahev.

jinên Êzidî civaka Êzidî ji bo belgefilma Nujiyan li bajarokê Xanesorê û bajarê Şingalê li  hev Kombûn.

Berî kû belgefilim bê temaşekirin Sebîha Sebrî berdevka  Tevgera Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  di derbarê jiyan û kesayetiya Nujiyan Erhan de axivî.

Sebîha Sebrî; “ Em îro ji bone bîranîne Şehîd Nûjiyan Erehan li hev kombune. Ji bone me weke civaka Êzidî bi teybet jinên Êzidî rokej bi nirx û pîroze, em rojnemevan Nûjiyan bi bîr bînin. Gelek ji me heval Nûjiyan ji nêz ve nas dikin û em bûn şahidê têkoşîn, berxwedan û dilsoziya Nûjiyan ya bi gelê Êzidî re. Piştî fermana 3 Tebaxa 2014 an rojnemevan Nûjiyan Erhan berê xwe da warê Pîroz Şingalê. Ji bone ku rastî di tarîtiyê de nemîne, heval Nûjiyan roj û şevê xwe kirin yek û bi pênûs û kamîreya xwe bû şopdara heqîqet û rastiyê. Nûjiyan her kes jin, zarok, pîr, kal û her ferdek yê civaka Êzidî gudar kir û bi raya giştî de parve kir. Nûjiyan bû dengn û rengê jin, zarok û gelê Êzidî. Em tû carî Nûjiyan ji bîr nakin û emê her tim li diî û mejiyê xwede bidin jiyan kirin. Keçên Êzidî wê pênûs û kemeriya Şehîd Nûjiyan li erdê nehêlin û ewê di rêke Şehîd Nûjiyan de bibin deng û rengê heqîqetê”.

Piştî axaftina berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî,  ji aliyê hevrê û şopdarên Heval Nijiyan ve ji bo biranîna Şehît Çira hatin pêxistin û Berlgefilim hate temaşe kirin.

 

Back to top button