CIWAN

DI XETA ZÎLAN Û BÊRÎVANAN DE RÊXISTINBÛNÊ AVA BIKE Û ÎXANETÊ TÊK BIBE, AZADIYA ŞINGALÊ MISOGER BIKE

 

Li Şengalê bi tevlêbûna 120 delegeyan Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê hate avakirin.

 

Kongreya Yekem a Jinên Ciwanên Şengalê bi dirûşmeya ‘Di xeta Zîlan û Berîvanan de rêxistinbûnê ava bike û îxanetê têk bibe, azadiya Şengalê mîsoger bike’ bi coş û moraleke mezin di 26’emîn salvegera şehadeta şehîd Zîlan de li navenda Şengalê pêk hat.

Di fermana 3’yê Tebaxê 2014’an de herî zêde jin bi êrîşên dijwar ve rû bi ru hatin hiştin. Gelek jin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin, kuştin û tecavûz kirin. Cîhan bi giştî li hember vê hovîtiyê çavên xwe girtibû lê tenê şervanên Rêber Apo bi hawara gelê Êzidî ve hatin. Piştî hatina şervanên HPG- YJA-STAR û YPG-YPJ hamleyên rizgarkirinê Şengalê dest pê kir. Bi rizgarkirina Şengalê re ji bo pêşî fermanan bigrin gel bi pêşengtiya jin û jinên ciwan ve xwe di her warî de birexistin kirin. Jinên Ciwanên Êzidî  ji bo tola jinên Êzidî rakin, bibin bersiva fermanan û pêşî li fermanên nû bigrin, sal bi sal rexistina xwe mezin kirin. Îro jî wekî bersivdayîna ji fermanê re bi nêzikbûna salvegera fermana 74’an kongreya xwe li dar xistin.

Di salvegera şahadeta şehîd Zîlan û bi boneya nêzbûna salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, Jinên Ciwan ên Şengalê di kongreya xwe ya yekem de bi armanca ku bi rexistinbûn û bi hêza jin dawiya fermanan bînin kongreya xwe li dar xistin. Di Kongreya yekem a Jinên Ciwanên Êzidî de Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Jinên Ciwanên Maxmurê jî cîhê xwe girtin.

 

EV KONGRE WÊ LI HEMBERÎ FERMANAN BIBE BERSIV

Berdevka Yekîtiya Ciwanên Şengalê Sara Botan di destpêka Kongirê de axivî; “ Yekemîn Kongre Jinên Ciwanên Şengalê li hemû jinan pîroz dikin. Ew kongre bersiveke herî mezin a ji dijmin re ye. Di kongreyê de herî zedê keda Rêber Apo heye, ji ber ku ger fikrê Rêber Apo nînbûna ew kombûn çênedibû. Di fermanê de herî zêde jin hate qetilkirin, em soz didin dayikên xwe em ê jinên di destê DAIŞ’ê de ne rizgar bikin. Yên ji vê têkoşînê re pêşengti kirin jin bûn. Em soz didin şehîdên xwe em ê bibin şopdarê van. Em ê ji vir pê de rexistinbûna xwe mezin bikin.”

Her wiha li  ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ, Berdevka Tekîliyên Derve Suham Şengalî axaftin kir; “Yekemin Kongreya Jinên Ciwan di serî de li Rêber Apo û hemû jinan pîroz kir dikim. Rçxistinbûna Jinên Ciwan di vê demê de pir girîng e, ji ber ku li ser welate me li hember jinan êrîşên pir dijwar hene. Herî zedê jin bû qurbana êrîşan ji ber vê jin birexistinkirina xwe bibe bersivê herî mezin ji dijminan re. Ew kongre bibe hêviya xweseriya Şengalê û bi hêzkirina jinên Êzidî.”

‘EV KONGRE BI KEDA ŞEHÎDAN Û RÊBER APO TÊ LIDARXISTIN’

Ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) jî Fermandara Giştî a YJŞ’ê Viyan Hebabî axivî; “ Ev kongre bi keda şehidan û Rêber Apo tê lidarxistin. Em di şexsê şehîd Zîlan de kongreyê li hemû jinan pîroz dikin. Di nav civakê de bi dehan pêşengên jin derketin û piraniya wan niha şehîd in. Em bawer in ku ev kongre bibe bersiva êrîşên dijmin ên li ser gelê me. Kongre jinên ciwan li Şingalê wê bibe bersiva herî xurit ji  dijmin re. Pêwîst e hemû Jinên Ciwanên Êzidî li hember êrişên dijmin bibe xwedî helwest. Heqê me ye parastina xwe bikin, heye kes nikarê ji me re bêje hûn çima parastina xwe dikin. Ji ber di vê axê de yê  şer kirî û şehîd dayî em in. Em ê xwedî li şehîdên xwe û axa xwe derbikevin. Jinên ciwan pêşeroja civakê ne, heke rêxistina ciwanan xurt be serkeftina me mîsoger e.”

Piştî axaftinana perspektîfa Rêberê APO yên li ser civaka Êzidî  hate xwendin.

Her wiha rapora kar û xebatê 2 salan yên jinên ciwan hat xwendin.

Di berdewamiya kongirê de ji hêla beşdarvanên kongreyê ve rewşa Şingal bi berfirahî hat destgirtin û nirxandin.

Piştî wê payamên nivîskî û dîtbarî yên, komalê jinên ciwan, rêveberiya xweser a Şingalê, jinên ciwan yên Rusiya, ermenistan, ewropa, Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan hat xwedin temaşekirin.  Di hemû peyaman de piştgiriya ji jinên ciwan yên Şengalê re hate nîşan dan.

Piştî wê sinevizyonekî li ser kar û xebata jinên ciwan û girîngiya wê hate temaşekirin.

Di rêxistinbûyîna di bin banê YJCŞ’ê de ev biryar derbasdarin.

Birêxistinbûyîna civakî exlaqî û polîtîk, bi rêya fikira azad bi rê ve dibe.

YJCŞ, pergala xwe bi komun, meclîs, akademî, kooperatîk û bi feraseta parastina cewherî ava dike. Li Şengalê bi saziyên xwediyê vê ferasetê re hevkariyê dike.

YJŞ’ê wek hêzên parastinê dibîne û xwe ji bipêşdeçûna wê berpirs dibîne.

Her jina ciwan bi fikira xwe ya azad û demokratîk tevlî YJCŞ’ê dibe.

Dikeve hewila çareserkirina pirsgirêkên jinan.

Birêxistinbûyîna xwe bi komîteyên perwerde, parastina cewherî, çapemenî, aborî, çand û huner, werziş û tenduristiyê dike.

Di hemû saziyên pergala Rêvebiriya Xweser a Demokratîk a Şengalê hebûna jinên ciwan tê esas girtin.

Rêxistina jinên ciwan, bi fam, feraset û rêxistinbûna  Tevgera Azadia jinên Êzidî  TAJÊ  re  di nava  piştevanî û hevakriyê deya.

Temenê jinên ku cihê xwe di  YJCŞ’ê de bigrin ji 14 salî heya bi 30’î ye.

Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê (YJCŞ) di rûnîştina dawîn a kongreyê meclîsa bi 13 kesan hilbijart. Hat diyarkirin ku emclîsa hat hilbijartin, wê bi civîna yekemîn a piştî kongreyê koordînasyona xwe ya bi sê kesan hilbijêre.

Di kongreyê de berxwedana Îmraliyê û gerila  hat silav kirin û kongre bi dirûşmên ‘’Jin jiyan azadî’’, ‘’Bijî gerîla’’, ‘’Bijî Serok Apo’’ û bi govendê qediya.

 

 

 

Back to top button