ANALÎZ

AVAKIRINA NASNAMEYA JINÊN CIWAN AVAKIRINA XWESERIYA ŞENGALÊ YE

 

Di rojên derbasbûyî de li Şengalê Jinên Ciwan Kongreya xwe ya Yekemîn çêkirin û Yekîtiya Jinên Ciwan ava kirin. Destpêkê em Kongreyê pîrozî dikin û serkeftinê ji Yekîtiya Jinên Ciwan re dixwazin.

Bi Kongreyê re rojevek Jinên Ciwan jî hat avakirin. Nasnameya Jinên Ciwan, rêxistinbûna wan, pirsgirêkên wan, hêvî û daxwaziyên wan, rê û rêbazên çareseriyê, lêgerînên Jinên Ciwan û hwd. Ev hemû bûn pirs di hişê me de li bersivên xwe geriyan.

Nasnameya Jinên Ciwan çi ye divê çawan be? Jina ciwan ku ji zaroktiyê derbasî ciwantiyê dibe, dikeve nav lêgerînên jiyanê. Bedena xwe ya diguhere nas dike. Fikra wê hê bi qalibên civakê nehatiye dorpêçkirin. Her tiştî erê nake, pirs û gumanên wê hene, li bersivên xwe digere. Her wiha li Xwebûna xwe digere. Li beramber lêgerînên wê yên xwe dîtinê, azadbûnê, pir zêde astengî derdikevin.  Li gelek qalibên hişk ên civakê diqelibe, bi Şerê Taybet re rû bi rû dimîne.

Li Şingalê jî li pêşiya Jinên Ciwan astengiya herî mezin; di bin navê namûsê de qalibên hişk ên cinsparêziya civakî ne. Jinên ciwan li Şingalê di bin bandorên giran ên cinsparêziya civakî de ne. Jinên Ciwan, hê li Şingalê weke keçik tên binavkirin. Jinek ciwan heta ku nezewice eyb e ku jêre jin were gotin. Jinbûn bi zewacê, her wiha bi têkiliya cinsî re tê destgirtin, binavkirin, tê bênasnamekirin. Tade li nasnameya wê tê kirin. Nasnameya wê ya jinbûnê ji aliyê saziya zewacê ve tê diyarkirin. Dixwazî bila heta çend salî jî nezewice, nasnameya jinbûnê nagire. Ev jî dihêle ku hem bedena xwe nas neke, hem di lêgerîna jiyanê de kêm bimîne, ji ciyê jêre hatî diyarkirin wêdetir neçe. Heta bi nasnameya keçik, bê îrade bimîne. Dema ku keçik be her tim biçûk e, nezan e, bi hemû meseleyên jiyanê tênagihîje, nikare qerarên xwe bi serê xwe bide. Mafê wê nîne ku di meseleyên civakê de xwedî gotin be. Her tim mezinên wê hene û ev bes in ji bo peyvê. Tenê dikare bixwende lê ew jî di dibistanên malbat diyar kirî de dikare bixwîne. Heta zêde nikare dûrî malbatê biçe û bixwîne. Her wiha ev rol, ev nasnameya bê nasname jêre bi zanebûn tê diyarkirin. Da ku jina ciwan bi hêz û enerjiya xwe ya paqij û herikbar li pêşiya deshilatdariya mêr nebe asteng.

Kesayeta bênasname dimîne,  ji hemû xeteriyên jiyanê re vekirî jî dimîne. Nikare kesayeteke azad ava bike, xwe biparêze. Ji ber ku tim fikrên wê nayê girtin, bi xwe bêbawer dimîne. Kesayeteke ku seqet û birîndar maye, di tevlîbûn û pêşketina civakê de jî nikare bi îradeya xwe cî bigire. Ji ber ku ji zewacê re tê amadekirin di emrekî biçûk de dixwaze bizewice. Yan jî bêyî ku fikra wê were pirsîn bi zorê tê zewicandin. Ev jî tade li beden û îradeya wê dike. Dixwaze ji nav çar dîwarên malê derkeve, ji malê bireve. Di emrekî pir biçûk de halî nefsî pêre çêdibe. Jiyan jêre pûç û bêwate dibe.

Lê belê dema ku jinên ciwan bi nasnameya jinê mezin bibin, werin mezinkirin, encamên gelek erênî jî derdikevin holê. Jina ciwan bi baweriya xwe ya cehwerî tevlî jiyanê dibe, bi pîvanên ol û baweriya Êzdayetî dizane û di xizmeta baweriya xwe de ye. Dibe xwedî îrade, derbarê jiyana hemû civakê de xwedî peyv û helwest e. Her wiha bi bedeneke bi silamet û bi fikrekî paqij mezin dibe. Xwe ji jiyanê berpirsiyar dibîne. Nakeve bin bandora fikrên pûç û vala. Li beramber xeteriyên li ser civak û baweriya xwe parastina xwe ya cewherî pêş dixe, têkoşîn dide. Parastina xwe û civaka xwe ji kesekî din hêvî nake. Dijminên xwe nas dike û dikare li beramber xeteriyên ser civak û baweriya xwe şer bike, têkoşîn bide.

Di temenekî kamil de dema ku bizewice di saziya malbatê de wekheviyê ava dike. Di zarokanîn û mezinkirina zarokên xwe de xwedî nêrîn û bi biryar dibe.

Em bawer dikin ku wê Kongreya Jinên Ciwanên Êzdî ya Yekemîn di bûyîna xwedî nasname ya Jinên Ciwan ên Êzdî de bibe gavekî xurt û girîng. Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzdî wê bi rêxistina xwe bikaribe nasnameya Jinên Ciwan biparêze, pêşve bibe. Di hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê de bi nasnameya xwe, bi îradeya xwe, bi hêz û baweriya xwe, ciyê xwe bigire. Her wiha pêşketinên di 7 salên piştî fermana 03.08.2014’an de bi dest xistî bike aydî tevahî civaka xwe.

Binevş Merwanî

 

Back to top button