TENDURISTÎ

JI BO DERBASKIRINA GELEK NEXWEŞIYAN SÛDÊN PARPARÊ BIZANE

 

Parpar; Navê wê bi Erebî (الرجلة): Biharan û payîzan di nava baxçan de çêdibe, mirov dikare biçîne jî, lê ya ku ji xwe ve çêdibe bêhtir bi bandor e. Tov û bizrên wê gelek in. Pirpar salek li erdekê çêbûbe êdî her sal li wê derê şîn tê.

Taybetmendiyên wê: Dewlemend e bi mîneralan (معادن )-  weke kalsiyûm, hesin û vîtamîn A, vîtamîn B, vîtamîn C.

Bandorên wê:

Têhnîbûnê dişkîne.

Wekî din jî ji bo hemû pirsgirên pergala helandinê yanî ( نظام الهضم ) , wek tembelbûna kolon, birînên mîdê gelekî baş e. Dîsa wek normal xwarin yan jî di zeletan de ji bo kesên ku pirsgirêkên wan yê kolon heye gelek dibe alîkar û zaîfbûnê jî çêdike.

Di pergala gurçikan de pelên wê dîuretîk e, gurçikan paqij dike, bi taybet bi zikê birçî, bi xavî baş bicû bêhtir fêda xwe heye.

Ji bo hişk-kirinê fêda xwe tune ye, lê kesên hekîm ava wê hildigrin û ji bo hinek dermanan bi kar tînin.

Li Şingalê pirpar keskiyeke gelek tê hezkirin. Her kes di hewşa mala xwe de jî gelek diçîne û feyde jê digirin.

Back to top button