ROJEV

BI VÎNA JINA AZAD EMÊ LI HEMBERÎ JÎNOSAYÎDA ŞINGALÊ TÊBIKOŞIN

 

Piştî fermana 3.8.2014’an ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê li hember civaka me ya Êzidî li Şengalê pêk hatî, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji bo bersivdana fermanê xwe bi rêxistin kir û  xwe parast. Her wiha em dikarin bêjin ku ruxmî hemû zor û zehmetiyan me xwe ji xweliya xwe afirand.

Bi  boneya 8. salvegera fermanê, bi armanca rewşa Îraq û Sûriyê bi taybet ji bo Êzîdiyan bikin rojevê, sûcên DAIŞ’ê, hevkarên wan ên fermanê bêne dadgehkirin û ceza kirin, me TAJÊ Konferansek li dar xist. Konferans li ser navê Jinên civaka sivîl, Rabîta Jinên Îraqî û TAJÊ hat lidarxistin. Konferans bi mijara qirkirina jinan (jinên Êzidî ) li otêla Bexda bi tevlîbûna sedan jinan pêk hat.

Konferansa bi dirûşma‘’BI VÎNA AZAD A JINÊ EM LI HEMBER JÎNOSAYDA ŞINGALÊ TÊDIKOŞIN’’ bi tevlîbûna gelek jinên Îraqî û rêxistinên jinên ji Rûsya, Almanya, Lubnan pêk hat. Piştî rêzgirtina ji bo kesên ku di êrîşa qirker ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane, sînevizyonek li ser fermana 3’ê Tebaxa 2014’an li ser civaka Êzîdî û jinên Êzîdî hate nîşandan.

JINHAGENCY
JINHAGENCY

Endama komîta amadekar Bûşra Ebû Eyse axaftina vekirinê kir. Li ser navê Yekîneyê Jinên Êzidî ya Şengalê Jiyanda li ser girîngiya xwe parastinê peyivî.

Peyama ku li ser navê Hevgirtina Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê NADA, Hîba Hedadin ji Konfirasê re bi dîmen şand hat temaşekirin. Dîsa ji devereke gelek dûr, li ser navê Tevgera Jinên Kurd ya Rûsya Jûlîalda Konferans silav kir.

Panelîstan di konferansê de diyar kirin ku piştî fermanê jinan xwe rêxistin kirin, li ser esasê xwe parastinê bûn xwedî hêz û niha êdî dikarin xwe biparêzin.

Panêla yekem, bi mijara ‘di jenosaydê de qirkirina jinan û qirkirina jinan tê çi wateyê. Sedem û encamên wê çi ne?’ ji aliyê nivîskar û mamosteya zanîngeha Bexda Macîde Hatû Haşim ve hate pêşkêşkirin.

Panêla duyemîn, a bi navê qonaxa êrîşên qirkirinê ya 3’ê Tebaxê  û hewldana  ji nû ve afirandina ji axa xwe, ji aliyê Feyze Xebat ve hate dayîn. Jina bi navê Necad Bapîr Xelef ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin axivî. Berpisa têkiliyên derve ya TAJÊ Suham Dexîl Reşo jî li ser rêxistina jina Êzidî nêrînên xwe pêşkêş kirin.

Panêla sêyemîn bi navê ‘Li îraqê sedema komkujî û qirkirina jinan’ ji aliyê hevseroka Kongrya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Mûrad ve hate pêşkêşkirin.

Di panêla çaremîn a bi mijara ‘Berpirsyartiya Hikûmeta Îraqê û Saziyên Navnetewî Çi ne?’ de endama meclîsa jinên Almanî DFR Maryon Bokir ku di heman demê de ‘cîgira seroka tehalif jinên cîhanî IAW ye axivî. Rêzan Şêx Dilêr parlemena berê ya di meclîsa El Niwab ya Îraqî axivî. Her wiha endama Kordînasyona TAJÊ Leyla Qasim nêrînên xwe parve kirin.

Panêla pêncemîn, li ser mijara çareseriyê, rojnemavan û endama komîteya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî pêşkêş kir.

Dawiya konferansê endama komîteya amadekar Ferîde axaftina girtinê pêşkêş kir.

Di Konfirasa jinên Îraqî ya Navnetewî de nêrîn û biryarên girîng derketin holê. Dîsa Komîteya Amadekar Encamnameya Konferansê ji bo raya giştî îlan kiri.

 

 

 

 

 

Back to top button