ROJEV

DEM DEMA XWEDÎ DERKETINA LI AXA PÎROZ Û BERXWEDANÊ YE

Dewleta Tirk ku neviyê Osmaniya ye, dijminê dîrokê yê civaka Êzidî ye. Osmaniyan bi dehan ferman bi serê civaka Êzidî de anîne û xwestiye ku Êzidîyatiyê ji kokê de rake. Ji bo vê yekê jî di serî de pêşengê civaka Êzîdî hedef digre. Lê Di nava civaka Êzidî de tu carî egîd, leheng û pêşeng xilas nebûne. Li hemberî 74 fermanan civaka Êzidî li berxwe daye û tune ne bûye. Civaka Êzidî ya ku piştî 74 fermana xwe bi rêxistin kirî, hêza xwe ya parastinê ava kir û bûye xwedî îrda, li hemberî xeteriya Osmantiya nû  li berxwe dide.

Piştî ku DAIŞ li Surî û Îraq di warê fîzîkî de têk çû, dewleta Tirk wek erkdarê temam kirina pirojeya DAIŞ ê, dest bi êrîş û dagirkeriyê kir. Ji sala 2017 an heya roja îro bi sedan caran êrîşên hewayî li ser xaka Surî û Îraqê pêk anîne. Di van  êrîşan de bi taybet Rojavayê Kurdistan, Şingal, Mexmûr û herêmên parastina medya kirine hedef.

Li Şingal û Rojavayê Kurdistanê  pêşeng û qehremanê ku li bermberî  çeteyên DAIŞ ê şer kirine û tevahiya cîhanê ji xeteriya DAIŞ ê rizgar kirine dewleta Tirk wan armanc dike. Bi vî awayî tola DAIŞ ê hiltîne. Dewleta Tirk a dagirker  bi hevkariya PDK ji bona ku dagirkeriya xwe bi ser bixe  bi her awayî êrîş dike, hemû qanûn û yasayên cîhanî bin pê dike.

Dewleta Tirk a dagirker ji heyva Nîsanê  heya roja îro bi dehên caran çekên kimyawî li çiyayên Kurdistanê li bermberî Gerîla bi kar tîne. Her wiha li ser gelê Sivîl komkujiyan pêk tîne. Beriya salekê nexweşxana gundê Sikêniyê bomba baran kir û komkujî pêk anî, îsal jî li Zaxo komkujî pêk anî. Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li Ser Şingal, Rojava û Başûrê Kurdistanê sivîlan dike armanc û qetil dike. Li bermberî  van sucên şer yên dewleta Tirk sazî û rêxistinên mafê mirovan xwe bê deng kirine û çavê xwe girtine.

Dewleta Tirk a dagirker û qirker bi hevkarê xwe PDK re, ji bona ku civaka Êzidî bê îrade û rêxistin bihêle pêşengên wê hedef digre. Bi vê armancê  Mam Zekî, Seîd Hesen, Zerdeşt Şingalî û Merwan Bedel û gelek pêşengê gelê Êzidî kirin hedef.

Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) di Şexsê Şehîd Mam Zekî û Şehîd Said Hesen de tevahiya Şehîdên meha tebaxê bi bîr tînin. Em wek gelê Êzidî bi taybet jinên Êzidî emê riya Şehîdên xwe bişopînin û dev ji doz û mafê xwe yê azadiyê bernedin. Heya ku em dagirkeriya dewleta Tirk li ser vê xakê têk nebin em dev ji têkoşîn û berxwedanê bernadin.

Li ser xeta Mam Zekî û Mam Seyîdan emê li bermberî neviyê Osmaniyan heya serkeftinê li berxwe bidin.

Em wek jinên Şingal êrîşên vê dawiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Em sersaxî ji malbatê şehîdan  gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê re dixwazin û şifa xêrî ji birîndaran re dixwazin. Em didin diyar kirin ku em wek jin û civaka Êzidî heya dawiyê li pişta gelê xwe yê Rojvayê Kurdistanê ne.

Wek jinên Êzidî û Erab em banga  li hemû kesê welatparêz, azadîxwaz û gelê xwe dikin, bi teybat bang li jin û ciwanan dikin ku li bermberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabin û rê li ber xeteriya Osmantiya nû bigrin, xak û rumeta xwe biparêzin.  Dem dema xwedî derketina li axa pîroz û berxwedanê ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

+. Di roja me ya îro de jî mam Zekî, Seyid Heseh, Merwan bedal, Zerdeşt Şingalî û Bêrîvan leheng û pêşengê civaka Êzidî bun.

li ser xaka xwe daxweza mafê xwe yê azadiyê dike. Di dîrokê de bi dehan pêşengê civakê derketina û ji gelê xwe re kar, xebat û pêşengtî kirine.

 

Back to top button