ÇALAKî

JINÊN ŞINGALÊ BI MEŞEKÊ ŞEHÎDÊN MEHA TEBAXÊ BI BÎR ANÎN

 

Li Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi meşekê şehîdên meha Tebaxê û hemû şehîdên ku di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne bibîr anî. TAJÊ diyar kir ku ewê cihê xayîna di nava xwe de nehêlin û tola şehîdan hilîne.

Bi pêşengiya Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) li Geliyê Şilo ya Şengalê ku di 15’ê Tebaxa 2018’an de  endamê kordînasyona civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî, lê şehîd ketibû meşek hate li darxistin. Di meşa ku bi sedan jinên Êzidî û Ereb tevlî bûn  şehîdên meha Tebax ê û tevahiya şehîdên ku di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne hatin bîranîn. Meşê ji Benda Kontrolê ya YBŞ’ê ya li Geliyê Şilo destpê kir. Di meşê de bê navber bi dirêşmeyên, “ Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedan” û “Şehîd namirin” hatin gotin. Her wiha wêneyên şehîdan hatin hildan. Meşê heta baxçeyê Mam Zekî dewam kir.

Dema meş gihişte Baxçeyê Mam Zekî li vir daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama kordinasyona TAJÊ Neam Bedel ve hate dan. Di destpêka daxuyanyê de Neam diyar kir ku erka li ser her kesekî Êzidî, şehîdên ji bo vî gelî têkoşîn kirine ji bîr nekin û got: “Di destpêka fermanê de her kesekî ji bo civaka me pêşengtî kiribe ji aliyê dijmin ve hatine hedef girtin. Em soz didin ku emê heta dawî li ser şopa wan şehîdan bin û dest ji vê têkoşînê ber nedin. Pêşengên me Mam Zekî, Saîd Hesen, Zerdeşt Şengalê, Heval Dijwar û tevahiya şehîdên me bi xiyanetê hatine hedef girtin, emê cihê xiyanatkaran di nava xwe de nehêlin. Emê axa xwe ji xiyanetkar û dijmin re vala nekin. Em ê terka xaka xwe nekin.”

Neam Bedel bang li civaka Êzidî kir ku terka axa bi xwîna şehîdan hatî parastin nekin û wiha domand: “Niha ciwanên me dest bi koçberiya derve kirine. Heta xwe digihînin Awropa gelek kes di avê de dixeniqin. Bila gelê me zanibe terka welat dayîn, ji bo me ne çareserî ye. Her kesekî ji welatê xwe derkeve ewê biçe ji xelkê re xulamtî bike. Li şûna gelê me biçe koçber bibe, bila li ser axa xwe li ber xwe bidin û li axa xwe û keda şehîdan xwedî derkevin.”

Di daxuyaniyê de Nema Bedel bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hember Êzdiyan jî rexne kir û got: “Di salvegera fermanê de ji şûna birînên vî gelî derman bike, malbatên DAIŞ’ê derbasî nav axa Iraqê dikin. Ev ji bo me wek civaka Êzidî gavekî bi êş e. Bêdengiya hikûmeta Iraqê gumana ji me re çêdike. Wisa xuya dibe ku Iraq şirîkatiya van êrişan dike ku tê de pêşengên me têne hedef girtin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

 

Back to top button