ROJEV

( TAJÊ ) EM Lİ PİŞTA GELÊ ROJAVA YÊ KURDİSTANÊ NE

Armanca  dewleta Tirk ya dagirker û qirker ya  li ser axa Sûryê  û Îraqê careke din nûkirina Osmaniya ne. Her wiha Şoreşa Rojavayê kurdistanê li dijî tevahî sîstemên hegomonîk û zihniyeta dagirker e.

Wekî tê zanîn ev demeke êrîşên dewleta Tirk li ser Bakûr û Rojhilatê Sûryê zêdetir û dijwartir bûne, bi taybet piştî civîna sûçî ya li Tehranê diyare çira kesk ji dewleta Tirk re hatiye pêxistin.

Ji ber vê yekê, li ber çavên cîhanê dewleta Tirk, bin navê şerê terorê  êrîşî Rojava dike sivîlan qetil dike, lê mixabin saziyên Navnetewî li hember vê hovîtiyê bêdeng in, bêdengî jî tê watya erêkirina vê rastiyê.

Wek tê zanîn kobanê warê berxwedanê û cîhê têkçûna DAIŞ ê ye. Xeyalê Erdoxan dema digot kobanê  ket wê bikeve, di wê kêliyê de ala serkeftinê bi xwîna şehîdan hat bilind kirin. Di roja îro de êrîşên dewleta Tirk li ser kobanê  tê wateya tola DAIŞ ê hiltîne.

Bi giştî êrîşên li ser Rojavayê kurdistanê bi taybet Kobanê, ku di encamê de sê sivîl birîndar bûn û zarokê 12 salî bi navê Mihemed şehîd ket. Her wiha 16 endamên hûkumeta Şamê jiyana xwe ji destdan û sê jî birîndar bûn. Li hember van êrîşên heyî Rûsya û kolasyona nav netewî berpirsyar e. Her wiha berpirsartiya hûkumeta şamê jî tê de heye. Pêwîst e xwedî helwest be li hemberî destwerdana dewleta Tirk li ser xaka Sûryê.

Di dawî de em tevgera Azadiya Jinên Êzîdî bi tundî êrîşên li ser Rojavayê kurdistanê şermezar dikin. Her wiha em  sersaxî ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazin. Em careke din bi bîr dixin ku dema fermana 3.8.2014 an gelê kurd yê Rojavayê kurdistanê bi erka xwe ya mirovahî rabûn xwedî li civaka Êîzdî derketin. Êmê herdem piştavaniya gelê xwe yê Rojavayê kurdistanê bin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî TAJÊ

Back to top button