ÇALAKî

TAJÊ: DIVÊ DI ZÛTIRÎN DEM DE KUJERÊ AXÎN WERÊ CEZAKIRIN  

 

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi daxuyanİyekê  bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku bi zûtrîn dem  kujerê Axîna 6 salî ceza bike. TAJÊ’ê da diyakirin ku ewê li Axînê xwedî derkevin û li dijî van kiryaran heya dawî  tekoşîn bikin.

Di despêka Meha Tebaxê de li Kampa Çemmişko a li navçeya Zaxo  Faroq Mîrza yek ji koçberên Şingalê, li gel keça  xwe a  bi navê Axîn a 6 salî ji aliyê kesekî ji Duhokê ve hatin qetilkirin. Piştî kujer hat girtin, Rêveberiya Polîsên Dihokê bi daxuyaniyekê da diyarkirin ku Axîna 6 salî rastî destdirêjiyê hatiye û piştre hatiya qetilkirin.

Li ser qetikirina Axîn û babê wê herkû diçe nerazîbûnên civaka Êzidî û rêxistinên jinan zêde dibin. Di vê çarçoveyê de îro Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  bi daxuyaniykê qetikirina Axînê şermezarkir û bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir daku kujerê Axîn û babê wê were cezakirin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Wetha Reşo ve hate dayîn. Di despêka  daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Axîn re hate xwesetin  û hat gotin: “Em wek gelê Şengalê  di dîrokê de rastî 74 fermanan hatine, gelê me ku niha di nava kampên Başûrê Kurdistanê de ye, ji ber dûrketina ji axa xwe û zilma li wan tê kirin, dinava  fermanê de jiyan dikin.

Çawa keçeka weka Axîn a 6 salî  destdirêjî li ser bê kirin, ev kiryar ji yên DAIŞ’ê ne cudaye û em wek dayîkên Şengalê heya dawî emê li dijî van kiryaran tekoşîn bikin  û pêwîste  ev kes bi zûtirîn dem bê cizakirin.”

Di dewama daxuyaniyê de bang li gelê Êzidî yên li nava kampên Başûrê Kuridistanê ne hat kirin daku vegerin ser warê xwe û wiha domkir: “Ev ne cara destpêkêye desdirêjî ser keçên biçûk tê kirina. Bi sedan carin ev kiryar dubare dibin. Pêwîste gelê me êdî  xwe ji wê zilmê xelas bike û berê xwe bidin Şingalê. Pêwîste gelê me vê îxanetê li ser xwe qebûl neke û vegerin ser malên xwe.”

 

Back to top button