ROJEV

YPJ’ Ê Û ENDAMÊN HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN SERDANA KEÇA ÊZIDÎ A RIZGARKIRÎ KIR

 Şandeyeke YPJ’ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn serdana keça êzîdî ya ji Kampa Holê hatiye rizgarkirin kir ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve dema 9 salî bû hate revandin û 7 caran hate frotin.

Di qonaxa duyemîn a “Pêngava Ewlehî û Mirovî” de ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 25’ê Tebaxê de bi piştgiriya QSD, YPG û YPJ’ê dest pê kiriye, jineke êzîdî hat dîtin ku gef lê hatibû xwarin nasnameya xwe eşkere neke.

Di vê çarçoveyê de, şandeyeke YPJ’ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, serdana keça êzîdî Wefa Ebas a li kampa Holê kir. Di serdanê de fermandara Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê, Evînar Dêrik wiha axivî: “Me keça êzîdî Wefa Ebas di dema Pêngava Ewlehî û Mirovî de dît, ku gefa li hatibû xwarin nasnameya xwe eşkere neke.”

Evînar Dêrik wiha domand: “Ev ne cara yekemîn û keça yekemîn e ku ji çeteyên DAIŞ’ê tê rizgarkirin. Ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ji bo rizgarkirina jinên êzidî xebatên mezin ji Reqa heta Şengalê hatin kirin û bi dehan keç hatin rizgarkirin.

Evînar Dêrik diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi van kiryarên li dijî jinên êzidî hewl didan ku wan ji nasname û dîroka wan dûr bixin.

Her wiha, keça rizgarkirî Wefa Ebas wiha axivî: “Ez bi rizgarkirina xwe ji çeteyên DAIŞ’ê pir kêfxweş im, spasiya YPJ’ê dikim ku ez rizgar kirim. Min soz da xwe ku heta ez negihêjim malbata xwe li Şengalê ez cilên xwe naguherim.”

Keça êzidî Wefa Elî Ebas ku niha 18 salî ye, di 9 saliya xwe de bi xwişka xwe ya ker û lal (13) re, ji gundê Koco yê Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û vê dawiyê jî di Pêngava Ewlehî û Mirovî ya li Kampa Holê de ji aliyê şervanên YPJ’ê ve hat rizgarkirin.

 

Back to top button