ÇALAKî

BERXWEDAN WÊ BI SERBIKEVE, ÎXANET WÊ BI BIN BIKEVE

Dewleta Tirk a dagirker  bi hevkariya PDK’ê ji Nîsana sala 2012’an ve dest bi êrîşên berfireh li ser başûrê Kurdistanê kiriye. Li beramberî vê dagirkeriya dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê berxwedana mezin ya Gerîlayên azadiyê di asta herî jor de ye. Ger ne ji berxwedana Gerîlayên azadiyê ba wê dewleta Tirk di nava 24 seetan de tevahiya Başûrê Kurdistanê dakir kiriba û gelê Kurd di qirkirinê re derbas kiriba. Gerîla bi berxwedan û qehremaniya xwe hebûna gelê Kurd û gelên herêmê li ser vê xakê diparêze. Ji nîvê nîsanê heya vê kêliya em di navê de ne, dewleta  Tirk bi hemû awayî êrîşî çiyayên azad dike.  Hemû çekan bi kar tîne, bi sedên caran çekên kîmyesal li dijî gerîla bi kar tîne û bi balafiran bomba baran dike.  Lê li beramberî berxwedana gêrîla dagirkeriya dewleta Tirk nikare bi ser bikeve. Kengê gelê kurd nêzî serkeftin û azadiyê dibe û dewleta Tirk a dagirker têk diçe, PDK’e dikeve dewrê û êrîş dike. Di nava van herdu salan de PDK’ê 3 caran êrîşî Gerîla dike û kemîn datîne. 9 Gerîlayên ewladên vî gelî bi destê PDK’a xayîn şehîd diketine. Îxaneta PDK’ê hovîtî û faşîzma dewleta Tirk derbas kiriye. Salek derbas bûye ku hîna cenazeyên Gerîlayên ku di xalîfanê şehîd ketibûn de hîna di destê PDK’ê de ne û radestî malbatên wan nakin. Herî dawî bûyera ku beriya du rojan carekî din li xalîfanê qewimî, dewleta tirk bi balafiran boba li Gerîleyan barand, PDK’ê jî ji erdê ve li gerîlayan da.

Di nava dîroka gelê Kurd de PDK’ê bi îxaneta xwe  cîh digire. Xiyaneta ku PDK’ê di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de li civaka Êzidî kirî, îro heman xiyanetê li gelê kurd dike. Dema em rupelên dîrokê vedikin û dixwînin em dibînin ku her tim ji ber îxaneta navxweyî gelan azadî û serkeftinê winda kiriye.

Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) di serî de bang li jin, ciwan û gelên başûrê kurdistanê dikin, bila bersiva vê îxanetê bidin û bê deng nemînin, xwedî li ewladên xwe derkevin. Her wiha em bag li tevahî gelê Kurd dikin taybet jin û ciwanan em rê nedin îxaneta PDK’ê em bibin yek helwest û xwedî li berxwedana Geîlayan derkevin. Berxwedan wê bi serbikeve, îxanet û dagirkerî wê bi bin bikeve.

Back to top button