CIVAK Û JIYAN

DAYÊ BERFÊ; ME BI SEDAN ŞEHÎD LI SER VÊ AXÊ DAN BILA MILETÊ ME KOÇBER NEBE XWEDÎ LI AXA XWE DERKEVE

 

Dayê Berfê, Berfê Elyas bi malbata xwe re li derê geliyê Rima Şemis a çiyayê Şingalê jiyan dike, bagin li gelê Êzidî dike ku terka axa bab û kalên xwe nedin û koçber nebin.

Dayê Berfê; “ Silavên min ji miletê min re hene. Di vê demê dawiyê de gelek kes koçberî derve dibin, berê xwe didin welatê xerîbiyê. Ji bo çi koçber dibin, axa me axek dewlemend e em hemû dikarin bi hev re li ser vê xakê jiyan bikin. Her kes êrîşî me dike û dixwaze axa me dagir bike û ji xwe re bike milk. Ji ber ku axa me dewlemende ji bo wê ewqas êrîşî me dikin. Ji ber vê sedemê me wek miletê Êzidî 74 ferman jiyan kirin, ji ber me terka ax, çand, bawerî û welatê xwe neda. Me wek miletê Êzidî li ser vê xakê heya roja îro xwe parastî ye. Dijmin dixwaze Şingal ji Êzidiyan vala bike, ji bo çi em koçber bibin û hêviyên dijminê xwe, xewin û xeyalên dijmin pêk bînin. Divê em neyên lîstokên vî dijminî û em welatê xwe terk nekin.  Em di gelek zirufên zor û zehmet re derbas bûn, bab û kalên me jî gelek feqîrî jiyan kirin lê tu carî me terka xaka xwe neda, li berxwe dan. Jiyana aniha li gorî ya berê gelek cuda ye, aniha hemû derfetên jiyanê hene, em dikarin rihat li warê xwe jiyan bikin. Lê mixabin gelek xort û keçên me tên lîstoka dijmin û koçberî xwerîbiyê dibin, di avan de dixeniqin û berê xwe didin mirinek bi saxî, berê xwe didin koletiyê. Şîreta min ji keç û xortên me heya ji miletên Êzidî heye ku hêviyên dijmin pêk neyînin û  axa xwe ji dijmin re nehêl in.

Dayê Berfê; “  Ji bo parastina vî gelî ev 8 sal in ku me bi sedan keç û xortên leheng li ser vê axê Şehîd dan, ji bo berê miletê me nekeve xerîbiyê û koçber nebin. Em deyîndarê van şehîda ne divê em li keda wan xwedî derkevin. Di rojên teng de me bi sedan şehîd û birîndar dan, hîna me terka xaka xwe neda, me li berxweda. Miletê Êzidî xwedî çandek ya berxwedanê ye divê miletê Êzidî vegere çewherê xwe yê rast. Bi rêbazê şerê taybet yê ku li ser gel tê meşandin, dibêjin ku aramî li Şingalê nîne. Çawa aramî nîne, em biçin bigerin ka li ku dera dunyayê ku insanetî mirovahî tê de jiyan dike ku kuştin, nehaqî, bê edaletî, zilmî û zordarî tê de nebe. Çawa dibêjin li Şingal aramî nîne, di roja me ya Îro de cihê ku herî zêde em dikarin bi aramî jiyan bikin wek Êzidî Şingal e. Ji ber ku parastina me keç û xortên me ne, em xwe bi rêva didin û azad li welatê xwe  bê nimet jiyan dikin.

Dayê Berfê; “ Şingal warê me ye, cihê bab û kalê me ye, meskenê me Şingal e. Cihê qub û bîrozbahiya me ye. Ger raste em dixwazin wek Êzidî bijîn û em dibêjin  em  girêdaî Êzdiyatiya xwe ne divê ev girêdayî ax û welatê xwe jî bin, em pişta xwe nedin warê xwe yê pîroz. Em li ser axa xwe li berxwe bidin ji me re ji koçberiyê bi rûmet tir e. Mirin li her cihî heye bila mirinek bi şeref li ser axa xwe be, ne  mirinek bê şeref li welatê xerîbiyê li koletiyê be.

Dayê Berfê; “ Heya ku dayîkek wek min heye em ê terka Şingal nedin û warê xwe ji dimin re vala nekin. Ez nanê xwe bi tenûra axî dipêjim, li mala min tenûra kehrebê ( ceîranê ) û ya xazê jî heye, xaz û ceîran jî heye,  lê ez bi nanê xwe  bi vê tenûra axî  çêdikin, da ku zarokên min aşiqê koçberî û xerîbiyê nebin. Dak û babê bi keda destê xwe bi vî nanê tenûrê em mezin kirin, em fêrî kedê kirin ku bi ked jiyan bikin. gotina min ji dak û babê van keç û xortan re heye yê ku zarokên wan berê xwe didin koçberiyê. Wexta zarok tên dinyayê gunehê wan li dak û babê wane, bila şîreta li zarokên xwe bikin da ku berê xwe nedin koletî û mirinê. Erkê dak û baban, bi taybet yê dayîkan ew e ku zarokên xwe baş mezin bikin, bi parêzin û bixin ser riya rast, zarokên xwe fêrî çanda wan nirxê wan girêdana bi xaka wan re bikin.

Herî dawî dayê Berfê hest û nêrînên xwe wiha anî ser ziman; “ Em dayîk em ê tu caran dev ji ax, çand û baweriya xwe nedin. Em terka welatê xwe nadin.

Back to top button