ROJEV

Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ civîna xwe ya salane li dar xist

 

Li ser bingeha danasîna rastiya êşa ku jinên Êzidî kişandine û hesabpirsîna ji kesên ku bûne sedema fermana 2014’an, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) civîna Komîteya Dîplomasî ya salane li dar xist.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), piştî fermana 2014’an heya roja îro bênavber ji bo jinên Êzidî, bi taybetî jî ji bo jinên ku di destên DAIŞ’ê de ne kar û xebatên xwe didomîne. Yek ji komîteyên herî girîng a TAJÊ ku îsal jî bi awayekî aktîf rola xwe lîst, Komîteya Dîplomasiyê ye.

Jinên Êzidî yekem car bi riya Komîteya Dîplomasiyê piştî fermanê, êş, birîn, serkeftin û riyên çareseriya pirisgirêkên jinên Êzidî, bi hemû jinên cîhanê re parve kirin. Îsal jî Komîteya Dîplomasiyê bi jinên Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê re li ser bingeha danasîna fermana 2014’an û ji bo qebûlkirina fermanê kar û xebatên berfireh meşandin.

TAJÊ li ser bingeha xurtkirin û mezinkirina xebatên xwe yên dîplomasiyê yên di sala 2022’an de hatibûn meşandin, li ser hîmê rizgarkirina jinên Êzidî yên di destên çeteyên DAIŞ’ê  de û ji bo ferman weke jenosîd bê qebûlkirin, civîna xwe ya salane li dar xist.

Darizandina kesên bûne sedema fermanê hat bilêvkirin

Di civînê de endamên rêveberiya TAJÊ amade bûn. Ji bo sala nû biryara mezinkirin û firehkirina xebatên komîteya dîplomasiyê li ser bingeha bi cîhanê re qebûlkirina fermana 2014’an û rizgarkirina jinên Êzidî yên di destên çeteyên DAIŞ’ê de, hatibû girtin. Her wiha pêwîstî hat dîtin ku zêdetir êşên jinên Êzidî bi hemû jinên cîhanê re werin parvekirin. Her wiha yek ji xalên bingehîn ew bû ku kesên bûne sedema fermanê bên darizandin.

 

Back to top button