ROJEV

TAJÊ: Bi biryar û soza mezinkirina tekoşîn û avakirina civakekî azad û demokratîk emê rêxistina xwe xurtir bikin.

 

kongreya TAJÊ  ya 2. ku bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dirûşmeya, “Emê Xwe Ji Fermanê Biparêzin Azadiya Jin û Civakê Misoger Bikin”

Kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya ku bi rihê berxwedaniya rizgarkirina Şengalê, bi dirûşmeya “Emê Xwe Ji Fermanê Biparêzin Azadiya Jin û Civakê Misoger Bikin” di seatên sibehê de hatibû destpêkirin bi biryarên girîn bi dawî bû. Di kongreyê de bi gişt 250 delege amade bibûn. Her wiha YJŞ’ê û jinên Ereb ya Şengalê  jî cihê xwe di kongreyê de girtibûn.

Piştî xwendina rapora kar û xebata 3 sala ya TAJÊ’ sinevîzyonekî li ser girîngiya rêxistibûna jinê ya di civakê de hate temaşekirin.

Li ser rewşa rêxistinbûna jina Êzidî  û têkoşîna wê di qada siyasî, leşgerî, civakî, aborî, û hwd  nîqaş hat meşandin.

Sîstema hundirîn  ya TAJÊ û birayrên kongrayê  hatin xwendin. TAJÊ li ser nêrîna  civaka demokratîk û xwezaparêz û azadîxwaziya jinê, wê rêxistina xwe mezintir bike. Pergala xwe li ser esasê civaka exlaqî û polîtîk, di aliyê siyasî, aborî, civakî, parastinî û hiqûqî de li hemû qadan, li ser esasê komîn, meclîs, akademî, weqif, sazî, malên jin, rêxistinên xwe yên parastina cewherî, koperatîf û hwd wê xwe bi hêz bike.

Her wiha di biryaran de TAJÊ Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê YJŞ’ê weke hêza xwe ya parastinê qebûl dike.

Koordînasyona TAJÊ  ji 9 kesan tê avakirin û bi awayekî sîstematîk bi sîwana jinên Êzidî ya Ewropa re din nav pêwendiyan de be.

Bi gelemperî biryarên ku hatin xwendin bi erêkirina hemû beşdervanan hetin qebûlkirin. Di kongreyê de biryar hate girtin ku ala TJAÊ bê guhartin û her 2 sal carekî kongreya xwe li darbixe.

Meclîsa TAJÊ hate bilbijartin û endamên meclîsê di dawiyê de soza bîkanîna erka xwe dan.

Endma meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Lava Şengalî axaftina dawî kir û daxweza dadgehkirina PDK’ê û DAIŞ’ê  ku sedema fermanê bûn kir û bi van gotinan kongra bi dawî kir: “Em destpêkê jinên şoreşger di şexsê Jîna Emînî û Nagîhanan de vê kongra diyarî riha wan dikin. Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ji hemû hêzin saziyên mirovî diparêzin û dewletên navnetewî daxwez dikin ku PDK’ê ku sedema herî mezin ya fermana 2014’an de bê dadgehkirin.”

Back to top button