ROJEV

LI DIJÎ TECRÎDÊ JINÊN ÊZIDÎ Û EREB YÊN ŞINGALÊ KOMXEBATA LI DARXISTIN

Bi armanca azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan TAJÊ’ê yekem car li herêma Ereban ya Şengalê komxebata jinên Êzidî û Ereb li ser fikr û ramanên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar xist.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma “Bi rêxistin û tekoşîna jinan, em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin” bi armanca şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo naskirina fikir û ramana wî yekem car komxebata jinên Êzidî û Ereb li dar xist.

Komxebat li meclisa gel a gundê Medîban ê Ereban ku dikeve ser sînorên Şengal û rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. Di komxebatê de nêzî 50 jinên Ereb û Êzidî amade bibûn. Komxebatê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştî wê li sînevîzyonek li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat temaşekirin.

Berdevka dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Suham Şengalî li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girîngiya ramanên wî ji bo jinan bi taybetî ji bo jinên Êzidî, komploya navdewletî û tecrîda giran semînerek da. Suham giranî da ser tecrîda giran û wiha got: “Rêber Apo ji zaroktiya xwe ve heya roja îro her di nav tekoşîneke mezin de bû. Bênavber ne ji bo xwe ji bo azadiya gelan li ber xwe da û şer kir lê îro tecrîdeke giran li ser Rêber Apo tê meşadin.”

‘Em êdî xwe nas dikin û nêzîkahiyên paşverû li ser xwe napejirînin’

Her wiha Fatima Mustefa jî axivî û got: “Em di civakekî wisa de dijîn ku bi hemû aliyên xwe ve jinan kiriye bin destê xwe û bêmaf hatine hiştin. Zextekî mezin li ser me tê meşadin, di temenekî biçûk de tên zewicandin. Civaka me ya Ereb jî wiha civakekî ku bi riya eşîran dimeşe û li ser wê zexta ku li ser jinan tê kirin gelekî mezin e li ser me tê meşandin lê piştî me Rêber Apo nas kir ev hişmendî û zîhniyet hat guhertin. Jinên Ereb êdî zexta li ser xwe nema qebûl dikin. Rastiya xwe û hebûna xwe êdî nas kirine û ji bo azadiya xwe dest bi têkoşînê kirine. Ji ber vê em hemû weke jin deyndarên Rêber Apo ne. Em daxwaz dikin ku di zûtirîn dema de Rêber Apo ji zindanê derkeve.”

‘Em bi saya fikrên Rêber Apo li ber xwe didin’

Di dawiyê de jî şervana Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê Ruheyv Ereb jî li ser girîngiya xweparastinê axivî û got: “Em bi saya fikrên Rêber Apo îro li ber xwe didin û piştî fermanê em hê jî hene. Xwestin bi fermanê re îradeya me tune bikin lê me bi van fikran xwe bi hêz kir û li hemberî DAIŞ’ê şer kir. Niha jî em ê weke jin ji bo xwe şer bikin û li ber xwe bidin û têbikoşin heya ku azadiya xwe û azdiya rêberê xwe misoger bikin em weke jinên Êzidî û Ereb pêwîst e yekitiya xwe ava bikin û xebata xwe ne tenê ji bo Şengalê ji bo hemû jinên Iraqê ava bikin. Ji ber ku pêwîstiya hemû jinan bi fikir û ramanên Rêber Apo heye.”

Piştî semîneran nîqaşên vekirî der bara girîngî û felsefeya azadiyê de hatin meşandin.

Piştî ku semîner bi dawî bûn biryarên komxebatê hatin xwendin.

Biryar wiha bûn:

1-Weke jinên Êzidî û Ereb heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê tekoşîna xwe bilind bikin

2-Em ê weke Jinên Êzidî û Ereb ji bo Rêber Apo nameyan binivîsînin û pêşangehan vekin.

3-Ji bo Rêber Apo dê meş were lidarixstin.

4 -Ji bo yekitiya jinên Êzidî û Ereb, em ê dîplomasiya xwe xurt bikin.

5-Ji bo qirkirin û jenosîda li ser jinên Êzidî ya di sala 2014’an de were naskirin, weke jinên Êzidî û Ereb em ê têbikoşin, hevbeş xebatên xwe mezin bikin.

Komxebat bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

Back to top button