ÇALAKî

LI ŞENGALÊ KOMKUJIYÊN PARÎSÊ HATIN ŞERMEZARKIRIN

Bi pêşengtiya TAJÊ’ê bi meşekî girseyî her du komkujiyên Parîsê yên 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanuna 2022’yan hatin şermezarkirin. Jinên Êzidî diyar kirin ku tu car wê gav paş de navêjin û wê kujer jî bê hesab nemînin.

Di salvegera 10’emîn ya komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an bi destê tetîkeşên dewleta Tirk pêk hat û di encama komkujiyê de Sekîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şeylemez hatin qetilkirin, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Şengalê meşekî girseyî hat lidar xistin. Di meşê de bal li ser komkujiya dûyemîn a Parîsê ku di 23’ê Kanuna 2022’an pêk hatibû û êrişa li dijî Menal Mêrdîn a li navçeya Til Ezêrê hatibû hedefgirtin hat kişandin.

Meş bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  ji meclîsa gel ya nevçeya Sinûnê heya çerxeriya Mam Zekî ve berdewam kir.

‘Bê dengiya Fransayê hevkariya wan destnîşan dike’

Piştî ku meş gihîşt çerxeriya Mam Zekî, li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de komkujiya Parîsê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Ev komkujî bi destê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Lê mixabin ev 10 sal derbas bûne ku dewleta Fransa heya niha komkujiyê zelal nekiriye, lewma jî ev komkujî hîn berdewam dikin. Mixabin carek din dîsa li Parîsê bi heman rêbazî û bi destê MÎT’ê Tirk ve pêşenga şoreşa jinê heval Evîn Goyî û 2 welatparîzên Kurd hatin hedefgirtin. Ger hikumeta Fransa komkujiya sala 2013’an de ronî kiriba. Wê îro dubare neba. Fransa bi vê nizîkatiya xwe ve diyar dike ku destê wê jî di vê komkujiyê de heye.”

JINHAGENCY

‘Dê bi hêza jinê ji kujeran hesab bê xwestin’

Di daxuyaniyê de hate teqez kirin ku wê bi hêza jin û yekîtiya wê hesab ji kujeran bê xwestin û wiha bi dawî bû: “Îro li seranserê cîhanê ev komkujî û Fransa tên şermezarkirin. Hemû jin îro li ser piyan e. Heya ku em tola Ronahiyan, Evînan, û Sarayan negrin wê jin tekoşîna xwe berdewam bike. Bila her kes bizane ku dewleta Tirk li pişt vê komkujiyê de ye. Heman dewleta ku destek da DAIŞ’ê ku êrîşê civaka me bike û jin û keçên me birevînin û tecewiz bikin, li Parîsê jinên şoreşger dike hedef. Ji ber vê pêwîst e em weke jinên Êzidî xwedî li şehîdên xwe derkevin. Dîsa di vê mehê de heval Menal li Tilizêr bi şêwazekî hovane bi destê xayînan hatibû qetilkirin. Ev êrîş ji ya Parîsê ne cuda ye. Ev êrîşê wê bê hesab xwestin nemîne. Civaka Êzidî wê van reşkujiyan derxîne û dadgeh jî bike. Em weke jinên Êzidî heya ku em Şengala azad ku di dilê dijmin de bûye kul pêk neyînin em ê berxwedanî û tekoşîna xwe dewam bikin.”

Piştî daxuyaniyê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat berzkirin.

‘Li ser şopa Sara emê bi serbilindî li ber xwe bidin’

Back to top button