ROJEV

TAJÊ: Dê êriş tu car têkoşîna me ya azadiyê lawaz neke

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ û jinên herêma Ereban a Şengalê bi daxuyaniyek planên PDK’ê û dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin û diyar kirin ku bi van êrîşên nemerdane wê tu car tekoşîna azadiyê lewaz nebe.

TAJÊ’ê bi daxuyaniyek herdu komkujiyên Parîsê şermezar kir û êrîşa dawî jî ya li dijî şoreşgerê 43 sala Menal Mêrdî ku li Tilizêr bi destê xayînan pêk hatibû weke beşek ji planên PDK’ê û MÎT’a Tirk bi nav kir. Di daxuyaniyê de teqez kirin ku kiryarên wiha wê tu car bê hesab nemîne.

Daxuyanî ji aliyê berdevka Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ’ê Suham Şengalî ve hat dayîn, her wiha li ser navê Meclisa Jinên Ereb a Şengalê jî Fatime Xelîl bi zimanê Erebî daxuyanî da.

‘Hemû êrîş bi destên PDK û dewleta Tirk pêk tên’

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên bi vê awayî li Şengalê bi armanca xirakirina aramiya herêmê û şikandina têkoşînê pêk tên û wiha anî ziman: “Bi navê jinên Êzidî û Ereb ên Şengalê, em êrîşa li ser hevala Menal Mêrdîn ku berê çend rojan rû daye, şermezar dikin. Ev êrîş li ser tevahî civaka ku li Şengalê dijîn. Ev êrîşa ku ji aliyê MÎT’a Tirk û PDK’ê ve hatiye kirin, wê tu car bê bersiv û bê hesab nemîne. Ev êrîş bi armanca ku civaka Êzidî ji zanista vê tekoşînê dûr were xistin û qels bimîn. Di vê dema dawî de vegera gel a cih û warên xwe ji ber ku aramiya Şengalê hatiye avakirin zêde bûye lê PDK û MÎT’a tirk ji bo vê aramiyê xira bikin hemû rêbazan bi kar tînin.”

‘Êrîşa li Şengalê berdewamiya komkujiya Parîsê ye’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîş ji komkujiya Parîsê cuda nîn e û wiha berdewam kir: “Ev êrîş ji komkujiya ku li Parîsê pêk hatibû, şoreşgera Kurd Evîn Goyî hunermend Mîr Perwer û welatparêzek Kurd hatibûn hedefgirtin ne cuda ye. Bi heman rêbazî û heman armancê ne. Em ê heya dawî xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Bi taybetî jî hevalê Menal ku xwedî keda 43 salan e û bûye sembol ji bo me. Bi keda xwe civakê di warî zanistî û azadiyê de bi pêş xist, bi taybetî jî li Şengalê. Ev êrîş li ser civaka Êzidî û civakên herêmê pêk hatiye. Em tu car dev ji têkoşîna xwe bernadin, em dev ji welat û axa xwe bernadin ev der axa me ye. Bi van êrîşên bi vî awayê ku li ser pêşeng û şoreşgeran tên kirin diyar e ku dixwazin civakê ji azadiyê dûr bixin. Her dem bi van êrîşan dixwazin Şengalê vala bikin û têkoşînê lawaz bikin lê em dibêjin ku em ê heya dawî li pey şehîdên xwe bin dev ji têkoşînê bernedin.”

Back to top button