ROJEV

Bi dirûşma Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinan ve

Li hemberî ferman, deshilatdarî û kolekirina jinan û civakê, jinên Şengalê wê îsal cara 9’emîn roja 8’ê Adarê pîroz bikin. Jinên Êzidî di warê têkoşînê de her diçe, bi pêş dikevin û rojên wiha bi çalakiyan pêşwazî dikin.

Ji bo wate û girîngiya Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li Komelgeha Dohla ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ve semînerek hat dayîn semînera ku endamên TAJÊ, meclisên gundan û ciwan jî beşdar bûn ji aliyê berdevak Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Riham Hico ve hat birêvebirin.

Di semînerê de li gel tekoşîna dîroka jinên cîhanê ya ku roja îro bi dirûşma Jin Jiyan Azadî veguheriye felsefeyek û ber bi şoreşa serdema jinan ve diçe, bi berfirehî qala zorî zehmetiyên Jinên Êzidî hat kirin.

 

‘Ji bo me tevahî roj 8’ê Adarê ne’

Li ser navê endamên (TAJÊ) axaftin ji aliyê berdevka Saziya Malbatên Şehîdan Dayê Pakiz Celal ve hat kirin. Dayê Pakiz di destpêka gotinên xwe de cejna 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, Tevahî Jinên Cîhanê, gerîlayên azadiyê,li hêzên QSD’ê tevahî jinên Êzidî û bi taybetî li jinên dîlgirtî pîroz kir û wiha domand: “Ji bo me tevahî roj xwedî wateya roja 8’ê Adarê ne. Em pir bi şans in ku me fikrê Rêber Apo nas kiriye. Êşa me jinan tev yek e ji bo wê em bang dikin ku tenê jin nebe kabaniya malê divê jin di her warê civakê de çeleng be û ji bo azadiya xwe têbikoşe.”

‘Bi diruşma Jin Jiyan Azadî têbikoşin’

Ciwana bi navê Meysun Nayif jî dilxweşiya xwe bi van hevokan anî ziman: “Îro em pir kêfxweş in me serdana şehîdgeha xwe kir û me gul danîn ser gora tevahî şehîdan. Em 8’ê Adarê li tevahî şehîdên Êzidxanê û Kurdistanê, li Rêber Apo, li tevahî jinên cîhanê û yên Êzidxanê pîroz dikin. Em bang dikin ku jin êdî neheqiyê nepejirînin ji bo azadiya xwe kar û xebatê bikin. Bi saya Rêber Apo em fêr bun li gorî wate û zanîna dirûşma Jin Jiyan Azadî têbikoşin. Em careke din vê rojê li tevahî jinan pîroz dikin.”

Back to top button