ROJEV

‘Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî şoreşa xwe mezin bikin’

Jinên ku beşdarî konferansa ‘Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinan ve bûn’ anîn ziman ku ew ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî şoreşa xwe mezin bikin.

Konferansa bi mijara “Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinan ve” ya  ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) malavaniya wê kir di 23’ê mehê de li Şengalê hat lidarxistin. Di Konferansa ku ji Bexda û gelek herêmên Iraqê, ji Silêmanî, Ewropayê, Jinên Enternasyonal ên rêxistinên femînîst de cihê xwe digrin her wiha bi peyamên ji Bakurê Kurdistan, Rojavayê Kurdistanê jî jin beşdar bûn de girîngiya bi felsefeya Jin Jiyan Azadiyê xwegihandina şoreşa jinan bi berfirehî hat gotûbêjkirin.

Konferansa ku her çiqas ji aliyê rayedarên Iraqê Emil Watanî ve xwestin bi rêgirtina mêvanên ji derveyî welat asteng bikin jî lê bi coş û kelecana 350 delegeyan gihîşt encameke bihêz.

‘Ji bo birêxistinbûna jinên Şengalê gavek girîng e’

Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî diyar kir ku konferans ji bo birêxistinkirina jinên Êzidî û tevahî jinên ku li ser vê axê dijîn xwedî giringiyek mezin e û wiha pêde çu: “Di Konferansa me de peyamên pir girîng ji bo lidarxistina şoreşa jinan li ser vê axê hat diyarkirin. Di konferansa me de şoreşa Rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin û girîngiya hêza jinan a ji bo guhertina civakê hat nirxandin. Bi rêxistinkirina jinan bi azadiya Jin civakê dikare azad bibe. Rêber Apo erkek daye me tevan ku em weke fikir, weke ruh û fizîk jinên azad bin û biherikînin felsefeya Jin Jiyan Azadî. Konferansa me ji bo em bikarin tevahî pêkhateyan de yekbûna jinan çêbikin ji bo wê ye. Îro jî em bun şahidên wê bi vê felsefeyê jin tev dikarin bên gel hev û ji bo siberojê kar û xebatan bidomînin. Di konferansa me de semîner li ser zanista Jineolojî, rêxistinkirina jinên Êzidî, parastin û rêxistinkirina jinên ciwan her wiha destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatin dayîn.”

‘Riya çareseriyê felsefeya Jin Jiyan Azadî ye’

Endama (TAJÊ) Lava Şengalî jî diyar kir ku ji bo wan konferans xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wiha got: “Dirûşma Jin Jiyan Azadî gerdunî buye. Îro weke jinên Êzidî yên ku di 74 fermana de derbaz buyî li ser vê axê li darxistina konferanseke wiha ji bo me cihê şanazî û serbilindiyê ye ev bixwe ked û berhema Rêber Apo ye.”

Lava Şengalî da diyarkirin ku weke jinên Êzidî felsefeya Jin Jiyan Azadî nêzî xwe dibînin ji ber cewherê baweriya wan bi xwe jî hersê peyvên sihir hembêz dike û wiha nirxand: “Ji bo cîhana ku niha hatiye asta krîzê encax ji jin û jiyanê re ji mirovahiyê re ev felefe bibe riya çareseriya jêneveger. Em vê konferansê li mîmarê mirovahiyê Rêber Apo, li gerîlayên azadiyê, li tevahî jinên Êzidî, li tevahî jinan pîroz dikin. Em konferansa xwe diyarî Jîna Emînî dikin û şoreşa wan silav dikin.”

‘Ev fikr dikare jin û civakê azad bike’

Endama Çand û Hunerê ya Sitiya Nexşan Bêrîvan Şengal jî kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman: “Cara yekem e ku em li  Şengalê konferanseke bi vî awayî li dar dixin ji bo me xwedî girîngiyeke mezin e. Me tevahî semîner û nirxandinên ku ji devre hatine û yên di konferansê de guhdar kir xwedî nirxeke pir mezin bû em jî dibêjin çiqas li ser me êrîş bikin jî em weke jinên Êzidî her dem xwe nêzî fikrên Rêber Apo bikin ji ber ev fikir dikare jin û civakê azad bike.”

Back to top button