ROJEV

Konferansa “Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve” hat lidarxistin

Li Şengalê îro konferansa “Bi Jin Jiyan Azadî Re Ber Bi Şoreşa Jinê Ve” bi beşdariya sedan delege û mêvanan destpêkir. Konferans bi beşdarbûna mêvanan, bi peyaman berdewam kir

 Li Şengalê Konferansa “Bi Jin Jiyan Azadî Re Ber Bi Şoreşa Jinê Ve”  ku ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî TAJÊ ve hatî orxanîze kirin bi beşdarbûna 350 delege û hêjmarek zêde ya jinên Êzidî û Ereb di demjimêr li Şengalê bi coşekî mezin destpê kir.

Beşdarvan û mêvanên ji başarê cûda yên İraqê jî amade bûbûn. Ji bajarê Mîsan Endama Saziya Destên Hevgirtî İbtîhel Qazim el Etwanî, Endama Saziya Ezwasitim ji bo piştgiriya Jin û Zarokan Zeman Ebdulwahîb Şiloş ji bajarê Wasîd, Ji saziya Bi hevre Jiyanekî Xweş  Suhema Mehmûd Necim Elqeysî  ji Babîl, ji Wasid ji saziya Cened Wenes İbêd El Şemrî  Silêmanî, ji Zîqar Endama Rabîta Jina İraqê Emel Hilêl Lefte, ji Dîwaniyê ji saziya Seheya Kesk Kirême Taîb, ji Dîwaniyê ji saziya Jinebiyên İraqî Hêlîn Rehîm Mirdan, ji Zîqar endama saziya Terraziya jinê Bişre Egelî û ji Kerbela ji saziya Xêrxwazan û avaker Şua Hadîl Enkuşî, ji Zîqar Basma Keyfxweşiye Enab Rêsan Kenad, ji Zîqar ji sizayi Ur ya çanda Jin û Zarok Mûne Sahîb El Hîlalî jî di konferansê de amade bûn û piştgiriya xwe bo tekoşîna jina Êzidî nîşandan.

Di destpêka konferansê de Parlamentera HDP Feleknas Ûca bi dîmenkî beşdarî konferansê bû, keyfxweşiya xwe parvekir, hemû beşdarvanên amade silav kir û anî ser ziman ku gelekî girîng e ku jina Êzidî bi awayek hevgirtî tekoşîna xwe berdewam bike, ji herdemî bihêztir bike.

Ronahî Elman jî ku endama Rêxistina Femîninst  beşdarî konferansê bûbû peyamek da û keyfxweşiya xwe bo beşdarbûnê anî ser ziman û agirîngiya hevgirtin û xwedî derketina jinan li tevahî cîhanê anî ser ziman. Ronahî Elman anî ser ziman ku di bingeha zîhniyeta hemû dewletan de dij sekinandin û astengkirina xebatên tekoşîna azadiyê anî ser ziman û got girînge ku di qada enternasyonal de hev girtina jinan gelekî girîng e.

Berdevka Înisiyatifa Nûn a ji bo azadiya Rêberê GelÊ Kurd Abdullah Ocalan ya Lîbnanê Mihemiya Sosin Şaman jî Lîbnanê bi dîmenkî beşdarî konferansê bû keyfxweşî û piştgiriya xwe bo tekoşîna azadiya jina Êzidî anî ser ziman.

Çalakvana Medenî Bilur Elcerrah jî peyama xwe da û keyfxweşiya xwe bo derfetê beşdarbûna konferansê anî ser ziman û baweriya xwe bo serkeftina jina Êzidî bilêvkir. Helbestvana ji Ermenîstanê dixwest beşdar bibe ji aliyê hikûmeta İraqê ve hatîbû asteng kirin. Li ser vê yekê bi dîmenkî beşdarî konferansê bo û piştgiriya xwe bo tekoşîna jina Êzidî li Şengalê bilêvkir.

‘Fikrê Rêber APO bo me rênîşan e’

Li ser navê Yêkineyên Jinên Şengalê peyamek nivîskî hate parve kirin. Di peyamê de wiha hate gotin; “Fikrê Rêber APO ji bona hemû pirsgirêkên civakê bûye hêza çareseriyê. Bi taybetî fikrê Rêber APO ji bona rastiya civakê, ji bona jin, ciwana, ji bona siyasetê, çand û ehlaq, ji bo aborî, perwerde û taybet jî ji bo parastina cewherî û her warî de bûye rênişanek û hêqîqetek ku dev jê neyê berdan.  Em wek hêza Şengalê ti demî vî fikrî nikarin ji nedîtî werin û xwe jê mehrûm bihêlin. Ji ber ku cihê ev fikrê Rêber APO jê derketiye, em jî di vê erdnîgarî de jiyan dikin. Bi taybetî ji ber ku ev fikrê Rêber APO; civaka me, ol û baweriya me parastiye, ev fikra hîn zêdetir me elepedar dike.”

Li ser navê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropa Çîçek Yildiz Peyam da û silavên hemû Êzidiyên li ewropa gihand beşdarvanên konferansê û keyfxweşiya xwe bo kariye amade bibe bilêv kir.

Ji hikûmeta Iraqê astengî

Hevseroka Êzidiyên li Rusya Manama Pîr jî bi riya online beşdarî konferansê bû û keyfxweşiya xwe anî ser ziman. Manama Pîr jî ji aliyê hikûmeta İraqê ve bo tevlî konferansê nebe hatîbû asteng kirin. Pîr vê nêzikatiya hikûmeta İraq’ê rexne kir û got wê pir dixwest îsal hem beşdarî Çarşemba serê Salê û konferansê bibe. Manama Pîr bal kişand ser sekna jina Êzidî ya berxwedêr û got li kûderê bin bila bibin jina Êzidî yê zilm û zorê re serî ne tewîne û serbikeve. Manama Pîr got emê wek jin bi tekoşîna xwe serbikevin.

Mêvanekî din ku hatîbû asteng kirin bo beşdarbûna konferansê Endama Yêkitiya Êzidiyên Suriyê Sûat Hiso bu. Hiso jî bi peyamek nivîskî beşdarî konferansê bu, keyfxweşiya xwe bo pêkanîna vî xebatê anî ser ziman. Li ser navê Yêkîtiya Jinên Êzidî li Rojava peyama ku hatîbû nivîsandin de wiha hate gotin; “Lidarxistina vê kongreyê ve di qonaxekî çarenivîsa ya gelek girîng de tê û hêviyên me mezin bûn ku em bi were beşdarî konferansê bibin û em hemî hêvîdarin ku em bi hevre plan û bernameyek ji bo xurt kirina xebata di xizmeta Êzdiyan de deynin. Civatê, lê berdewam neperjirandin ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve û nehiştina wê, nîşana berfirehbûna siyaseta ku li dijî îrade û yêkrêziya civaka me hatiye kirin e.”

Di berdewamiya peyamê de Sûat Hiso bal kişand ser dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û wiha got; “Jin, Jiyan Azadî dirûşma ji aliyê Rêbertî ve bi serbilindî li ser jina ku xwe birêxistin kiriye û rûh daye hemû jinên cihanê pêşxistiye. Da ku gelên cîhanê rabin ser piyan û rêya me ya azadiyê ronî bikin, da ku tecrîdê bişkînin û rêberê me azad bikin. Carekî din em ji we û konferansa we re serkeftin dixwazin. Em bi  tekoşîn û berxwedanê, bi parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Şengalê ve pêşde biçin.”

.

Back to top button