CIVAK Û JIYAN

Li Şengalê 2 hezar dar hat belavkirin

Li Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar hatin belavkirin. Şaxên daran dê li gund û navçeyên Şengalê werin çandin.

 Li Serdeşta Çiyayê Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 2 hezar dar li gund, navçe û bajêrê Şengalê belav kirin. Tevahî meclisên jinan ên gund, navçe û bajarê Şengalê ji bo girtina daran berê xwe dan Serdeşta Çiyayê Şengalê. Di heman demê de ji bo tevahî gundên pêkhateyên Ereb jî dar hatin belavkirin.

‘Em ê vê rojê bi Rêber Apo re pîroz bikin’

Endama Meclisa Jinan a navçeya Sînûnê Hediye Nasir diyar kir ku ji bo civaka Êzidî û jinên Êzidî Rêber Apo sedema jiyana azad e û wiha pêde çu: “Îro em hatine vê derê ku daran bibin gund û navçeyên xwe em ê bi hêviya ku Rêber Apo bi fizîkî rizgar bibe vê dikin. Em ê roja 4’Nîsanê bi rêberê xwe re pîroz bikin em ê van daran biçînin. Rêberê me digot ‘ger hûn bixxazin rojbûnên min pîroz bikin daran biçînin’ ji bo wê em jî her sal bi sedan bi hezaran daran diçînin. Em daxwaz dikin ku her kes ji bo Rêber Apo daran biçîne ji ber ku her darek jiyan û hêviyek e. Em ji niha ve rojbûna Rêber Apo li wî û tevahî gerîlayên azadiyê, li gelê Kurd û civaka Êzidî pîroz dikin.”

Back to top button