ROJEV

TAJÊ encamnameya konferansa xwe aşkere kir

TAJÊ encamnameya konferansa ku li Şengalê bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî re ber bi şoreşa jinan ve” hat lidarxistin aşkere kir.

Li Şengalê konferansa jinan bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinan ve” ku ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî TAJÊ ve hat organîzekirin bi beşdarbûna 350 delege û hejmarek zêde jinên Êzidî û Ereb li Şengalê bi coşeke mezin hat lidarxistin.

Encamnameya komferansê wiha ye:

“Me weke TAJÊ di 23’ê Nîsanê de bi beşdarbûna zêdetirî 350 delegeyan konferansa xwe li dar xist. Mêvanên ji Bexda, Başûrê Kurdistanê û Almanyayê jî tê de amade bûn. Mêvanên ku wê ji Rûsya û Rojava beşdarî konferansa me bibûna ji aliyê hukumeta Iraqê ve hatin astengkirin. Dîsa beşdarên ku xwestin tevli konferansa me bibin lê derfet nedîtin; jinên Êzidî yên ji Ermenistanê, siyasetmedara Êzidî Feleknas Uca, ji Lubnanê ji Însiyatîfa Nû ya Azadî Ji Bo Ocalan parêzer Sosin Şoman, ji Rûsyayê jinên Êzidî û Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi dîmen beşdar bûn. Endama Konseya Serokatî ya Giştî ya KCK Sozdar Avesta jî bi peyameke bi dîmen tevlî Konferansê, ji bo azadkirin û rêxistinkirina jinên Êzidî girîngiya fikir û felsefeya Rêber APO anî ziman. Di nav semînerên ku hatin dayîn de gelek peyamên girîng derketin pêş. Herî zêde jî bi fikir û felsefeya Rêber APO israra jinên Êzidî di azadiyê de hat nîqaşkirin. Têkoşîna Rêber APO ya di azadkirina jinê de îro êdî di şexsê jinên Êzidî de jî encamên şênber digire.”

Wê jin li dijî tecrîdê têbikoşin

Di heman demê de mijara ku jinên Êzidî jî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber APO xwe berpirsiyar dibînin derket pêş. Dîsa biryardariya ji bo lidarxistina çalakiyên azadkirina fizîkî ya Rêber APO têkoşîn bide û kar û xebatan bimeşîne hat nîşandan. Biryara kongreya TAJÊ ya 2. a ‘Ji bo fikir û felsefa Rêber APO bê fêmkirin kar û xebat dimeşîne, êrîşên li hemberî Rêber APO wek êrîşen li hemberî xwe dest digre û helwestê datîne’ derket pêş. Pêşkêşiya Jineolojiyê weke zanista jinê di konferansê de mijareke ku bal li ser hat kişandin bû. Di heman demê di konferansê de jinan bal kişand ser girîngiya rêxistinkirina jinên ciwan, parastina cewherî ya jin û destkeftiyên şoreşa jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Jin wê têkoşîna azadiyê bilind bikin

Tevlibûna jinên Kurd, Ereb, Mesîhî û Êzidî ya konferansê careke din nîşan da ku jin ji kîjan netew, ol û baweriyê bin jî dikarin di fikir û felsefeya Rêber APO de bigihîjin hev û têkoşîna azadiya jinan bidin meşandin. Jinên ku li derdora dirûşma Jin, Jiyan, Azadî kom bûn dan diyarkirin ku wê li dijî her cure newekhevî, tundî, êrîş û desthilatdariyê heta dawiyê li ber xwe bidin û têkoşîna azadiya jinan mezin bikin.”

Back to top button