CIWAN

Bi rêxistina Jinên Ciwan re têkoşîn bilindtir bû

Jinên ciwan ên Şengalê, Yekitiya Jinên Ciwan ya Şengalê avakir û di bin banê wê de heta îro jî xwe birêxistin dikin. Jinên ciwan bi saya rêxistinbûna xwe dikarin xwe baştir perwerde bikin, baştir kar û xebatên xwe bimeşînin.

Ji bo civakekê asta beşdarbûna jinan di nav qadên jiyanê, aborî û siyasetê de asta wê jî diyar dike. Jin çiqasî ji qadên jiyanê bê durxistin û mehkumî çar dîwaran bê kirin civak jî ewqasî zîhniyeta baviksalar tê kirin ku li gel wê şer, tundî, qirkirin, dizî, neheqî û bê edaletî serwer dibe.

Bi taybet jinên ciwan xwedî rol û mîsyonek dînamîk in. Wek li her derî li Şengalê jî tirsa zilamê desthilatdar ji hêz û potansiyela dînamîk ya jinên ciwan heye, ji ber wê yekê zext, qedexe, astengiyan zêde dike, dikuje, digre, gef lê dixwe û hertim rolê wê wek; zewac, xizmeta zilamê xwe kirin, pir zarok anîn, mala xwe bêdeng birêve birinê li ser ferz dike.

Beriya Fermanê:

Di encama 74 fermanan de ku bi giranî jin kirîbûn hedef, qirkirina çand, bawerî, ziman armanc dikirin. Li gel zext û astengiyên dewletê, zext û astengiyên malbat, eşîr, cîran jî ser zêde dibe û bi navê parastina jinê, jinên ciwan jî dibûn mexdur. Jinên ciwan mehkûmî malên xwe, çar dîwaran dihate kirin. Dema temenê wan yên zewacê dihat jî dihatin zewicandin ku ji xwe piştî demeke zarokên wan çêdibû û her tişt bidawî dibû. Ne ji xwe û ne ji jiyana xwe tiştek jî fam nedikirin.

Di temenek biçûk de zewicandina keçikan pir zêde dihate jiyîn. Cardin neşandina dibistanan hebû. Derfetên li derve kar bike û debara xwe û malbatê bike jê hatîbû girtin. Ji wê hunermend, bijîşk, nuçegihan, siyasetmedar, mamoste, nivîskar û hwd. nedikarî derkeve, ji ber ku tinê jinek ciwan bû û karê wê tinê zewac û zarok anîn bû.

Piştî Fermanê:

Ev rewş bi fermana sala 2014’de pêk hatî û şûn de guherî. Piştî jinên ciwan yên Şengalê bi çavên xwe jinên ciwan yên YJA-Star û YPJ dîtin bawerî dan xwe jî. Bi demê re rûxmê hemû qedexe û astengiyan jinên ciwan di nav gelek sazî û dezgehên Meclîsa Xweseriya Şengalê de cîhê xwe girtin. Herî dawî jî rêxistina xwe ya bi navê Yekitiya Jinên Ciwan yên Şengalê (YJCŞ) di bin banê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de ava kirin.

Jinên ciwan par kongreya xwe ya yekemîn di 30’ê Hezîranê de di bin dirûşmeya ‘Di xeta Zîlan û Bêrîvanan de rêxistinbûnê ava bike û xiyanetê têk bibe, azadiya Şengalê mîsoger bike’ lidarxist. Jinên ciwan kongreyê wek bersivdana hemû fermanan binav kir. Ji wî demî ve kar û xebatên Jinên ciwan yên Şengalê zêdetir bi rêk û pêk dimeşe û hewil dide li çar aliyê Şengalê xwe birêxistin bike.

Ev rêxistinbûna jinên ciwan dibe vesîle ku jinên ciwan yên Êzidî xwe nasbikin, xwedî li çand, bawerî, welatê xwe derbikeve, rol û mîsyona pêşengtiya xwe bileyîze. Ji bo wê perwerde tên dîtin, semîner, civîn tên lidarxistin, çalakî tên organîze kirin.

Ji bilî kar û barên bi rojeva siyasî heman demê de rojevên girêdayî jiyanê, civakîbûn, çand, ziman, werzîş, aborî de jî jinên ciwan xwe çalak kirine. Di gelek cihan de kar dikin, debara xwe bi xwe girtine destê xwe.

Jinên ciwan yên Şengalê turnuvayên futbolê, maratonên bazdanê, turnuvayên voleybolê pêk tînin û her wiha kursên ajokariyê didin vekirin.

Rûxmê eyb dîtin û dij sekinandina civakê jî jinên ciwan îro baştir dizanin ku çi şaşe û çi raste û li gorî wê jî tevdigerin. Ev sekna jinên ciwan dibe vesîle ku hişmendiya hişk jî bê derbas kirin û derfetên jinên ciwan xwe pêşbixin, ava bikin û baştir xizmeta welatê xwe bikin zêdetir bibe.

Îro jî bi wê boneyê YJCŞ bi kar û xebatên xwe hewildide xwe bigihîne hemû jinên ciwan, bi piştgirî û hevgirtina hev Şengala aram, wekhev û azad biafrînin û pêşeroja civaka Êzidî mîsoger bikin

Back to top button