ÇALAKî

Fermandar Bêrîtan Hêvî li Şengalê hate bibîranîn

Gerîlaya fermandar û pêşeng ya PKK’ê Bêrîtan Hêvî li Şengalê bê semîner û rêze civînan hate bibîranin. Herwiha hate diyakirin ku çawa xiyaneta PDK’ê dewam dike, xeta berxwedaniyê ya Şehîd Bêrîtan jî li Şengalê dewam dike û ji bo xiyaneta PDK’ê bi ser nekeve banga  xwe rêxstinkrinê li civaka Êzidî hate kirin

Îro 31 sal di ser şehadeta gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş ya bi nasnav Bêrîtan Hêvî re derbas dibin. Bêrîtan’a ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê teslimiyet qebûl nekir û şehîd bû, canê xwe kir dirûşme û bangek ji bo rêya têkoşîn û berxwedanê. Şehîd Bêrîtan ku ji ber xiyaneta PDK’ê ya bi dewleta Tirk re bû sedam şehîdbûna fermandar Bêrîtan, di 3’yê Tebaxa 2014’an de car din PDK’ê bi xiyaneta xwe ya li civaka Êzidî bû sedema şehîbûna bi hezaran keç û jinên Êzidî.

Ji bo bîranîna fermandar Bêrîtan Hêvî li Şengalê  rêze civîn û semîner pêk hatin. Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê û komelgeha Digurê semîner hatin dayîn. Her wiha li hermêma ereban jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanan civîn hatin pêkanîn û şehîd Bêrîtan hate bi bîranin.

Li Meclisa Gel ya Digurê bi dehan xelkê herêmê tevî nûnerê sazî û rêxstinên Şengalê li hev kom bûn û semînr hate dayîn. Semînerê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir.

Piştre  Endama Koordinesyona TAJÊ’ê Şemê Remo  axivî û di destpêka axaftina xwe de xiyaneta PDK’ê ya sala 2014’an li hember civaka Êzidî bibîr xist û got: ”Di dîrokê de xiyaneta PDK’ê li hember hemû tevgerên Kurdî dewam kiriye û herdem bûye beşek ji pêkanîne planên dijmin. Di sala 2014’an de jî bi heman awayî xiyanet li civaka me kir û bi sedama wê xiyanetê bi hezaran keç û jinên me hatin revandin û li bazara hatin firotin. PDK’ê di dema şerê li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê de jî destê xwe kir destê dijmin û bi wan re êrişî ser gerîlayan kir. Şehîd Bêrîtan’a ku ji bo şerê li dijî dagîrkeriyê çek rakiribû ji ber xiyaneta PDK’ê teslimiyet qebûl nekir û canê xwe di oxira xeta azadiyê û xeta li dijî xiyaneta PDK’ê de fea kir.”

Di dewam axaftina xwede Şemê Remo got: “PDK’ê heya niha vê xiyaneta we berdewam dike û destê xwe daye destê dijmin, li ser pêşengên gelê Kurd sîxurtiyê dike. Herwiha ji bo hedefgirtina kesayetên azadîxwaz û şoreşger agahiyan dide dewleta Tirk ya dagirker. Li Şengalê jî li dijî rêxistina me û Rêveberiya Xweser ya Şengalê kar dike û ciwanên Êzidî digire, wan dike sixurên MÎT’ê. Ji bo xiyaneta PDK’ê têk biçe li ser me erke ku em rêkxistina xwe mezin bikin û li hember dijmin tekoşîn bikin.”

Di dawiyê de Şemê Remo da danîn ku wan weke jinên Şengalê bi ruhê Bêrîtanê xwe rêkxistin kirine û ji bo parastina civaka xwe keçên wan çek rakirine û got; “Çawa ku xiyaneta PDK’ê dewam dike, xeta berxwedanê ya şehîd Bêrîtan jî li Şengalê dewam dike.”

Piştre ji bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Şehîd Namirin’ semîner bidawî bû.

Back to top button