ROJEV

‘Bi mezinkirina parastina xwe em ê xweseriya xwe misoger bikin’

Jinên Şengalê der barê girîngiya komxebata ku li dar xistine de nirxandin kirin û gotin ku ji bo jinan parastin ji av û nan girîngtir e.

Bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser mijara parastinê bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî me li ber xwe da Şengalê rizgar kir bi têkoşîna xwe em diparêzin” komxebatek li dar xist. Jinên Êzidî jî dan diyarkirin ku ew weke jinên ji fermanê rizgar bûne wê bi xweparastinê dawiya fermanan bînin û xweseriya xwe bi dest bixin.

‘Bi mezinkirina hêza xwe em ê xwedî li keda şehîdan derbikevin’

Emşê Kurkorkî got: “Em berî her tiştî 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê li hemû kesên civaka Êzidî pîroz dikin. Cara yekem em li ser parastinê di vê astê de komxebatek li dar dixin. Ji bo me jinên Êzidî ev yek xwedî wateyeke pir mezin e. Ji ber ku em rastî fermaneke pir giran hatin. Sedema fermanê jî ew bû ku me parastina xwe bi xwe nedikir ji bo wê hêzên ku ji xwe li vir parastin dikin jî em di nava lepên çeteyan de hiştin. Îro me bi hêza xwe ya YJŞ’ê ciwanên xwe û jinên ji pêkhateyên Ereb re qala fermana ku li ser me de hat rakirin kir. Di heman demê de me bandora Rêber Apo ya ji bo rizgarkirina civaka Êzidî nirxand. Keda gerîlayên azadiyê, zarok û gelê Rojava nirxand. Weke jinên Êzidî em ê xwedî li keda hemû kesên ku ji bo civaka me ked dane, canê xwe dane, bi hêza xwe bersiv bidinê em ê wê kedê ji bîr nekin.”

‘ ‘Em bi biryar in li Şengalê tevahî jinan birêxistin bikin

Endama dîplomasiya TAJÊ Dayê Zozan jî bi van hevokan girîngiya komxebatê anî ziman: “îro ji bo me tevan ev roj girîng bu ji ber ku roja îro tenê ji bo me parastin girîng e. Di komxebatê de peyamên cuda hatin xwendin û guhdarkirin. Ji bo me pir bi qedir û qîmet bû. Îro tevahî jinan nêrînên xwe yên bi qedir û qîmet parve kirin. Em bi biryar in li Şengalê tevahî jinan birêxistin bikin.”  

 ‘Bi saya Rêber Apo jinên Êzidî vegeriyan cewherê xwe’

Endama Komîteya Aboriya Rêveberiya Xweser a Şengalê Hilwa Feqîr jî bi heman awayî nêrînên xwe parve kir û got: “Ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Herî zêde ji bo me jinan rizgarkirina Şengalê cih kêfxweşiyê bû, ji ber ku di vê fermanê de me jinan êş kişand. Roja îro me jinên Êzidî xwe gihandiye asta ku ew bi xwe bikaribin xwe biparêzin û bi rê ve bibin. Bi saya Rêber Apo jinên Êzidî vegeriyan cewherê xwe. Ne cara yekem e ku jinên Êzidî çek radikin lê ev hêza wan ji wan hatibû girtin.

‘Keda şehîdan em gihandin axa me’

Dema gerîlla bi hewara me ve hatin em bi xwe jî perwerde kirin. Ji bo wê em bi xwe jî yek ji wan jinan in ku me berê xwe da hemleya rizgarkirina jinên Êzidî ya li Reqayê wê demê em  ciwan bûn lê em bi hêrs bûn derdê me tenê rizgarkirina jinên Êzidî bûn. Em di wê zanistiyê de ne ku ger ne ji keda şehîdan bûya em careke din nedigihîştin vê axa pîroz. Ji bo wê em salvegera rizgarkirina Şengalê li şehîdên xwe pîroz dikin.”

Back to top button