ROJEV

‘Bi xwe parastinê emê xweseriyê avabikin’

 Komxebata ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ) bi mijara parastin dayî despêkirin bi xwendina peyamên niviskî yên Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) Yekitiya Jinên Ciwan Yên Şengalê (YJCŞ) û  Rêveberiya xweser ya Şengalê berdewam kirin di peyaman de wiha hat gotin: “Di serdemeke wiha de nabe ku jin di vê cîhanê de bê parastin be. Ger jinê parastina xwe sazkir azadiya xwe bidest xist wê parastin û azadiya civakan jî mîsoger bibe.”

Li ser navê Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) Her wiha Yekitiya Jinên Ciwan Yên Şengalê (YJCŞ) Rêveberiya Xweser ya Şengalê ve peyamên niviskî hate xwedin di peyaman de hevpar salvegera Rizgarkirina Şengalê 13’ê Mijdarê hate piroz kirin û wate û giringiya parastinê ya ji bo jin û civaka Êzidî bi van gotinan hate nirxandin: “ Weke civaka Êzidî heya niha hertim li hember tevahî fermanan me xwe parast. Di fermana herî dawî ya ku tevahî mirovahiyê jêre şahidî kir de bi hezaran jinên Êzidî hatin qetil kirin û hatin revandin. Ev yek bi saya xiyaneta PDK’ê bû. Lê piştî fermanê me rêya parastina civak, çand, ziman û baweriya xwe dît ew jî fikir û felsefeya Rêber Apo ye.’

Bi parastinê YJŞ wê dawiya fermana bîne

Li ser navê Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) peyama niviskî ji aliyê Endama Fermandariya Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) Nuda Şengal ve hate xwendin. Di destpêka peyamê de 8’mîn salvegera rizgarkirina Şengalê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîroz kirin û giringiya xwe parastina jin ji bo jina Êzidî çîye bi van gotinan hate gotin: “  Di serî de Rêber Apo ji bo parastina vî qewmî kevnar hişyariyên xwe kiribûn ku civaka me xwe biparêze. Tevgera azadiyê PKK’ê û  PAJK’ê xwe gihandin hawara Şengalê û civaka me ji qirkirinê rizgarkirin. Di vê demê de Şengal ji îxaneta dîrokî a PDK’ê derbe xwaribû û di nava lepên çeteyên hov ên DAÎŞ’ê de hatibû hiştin.   Ji ber vê hovîtiyê civaka me ya Êzidî rastî komkujiya hat. Lê tevhiya cîhanê li hember civaka me ker,kor û lal mabû. Gerîlayên azadiyê bi erka  xwe ya dîrokî rabûn û di dema fermanê de 12 gerîla xwe gihande  herêmê û rê li ber temam kirine qirkirina gelê me girtin.   Raste ferman derbas bûya lê ji niha de em wek civaka Êzidî rastî politikayên şerê taybet tên. Em weke Yekineyên Jinên Şengalê ji bo ku civaka me fermaneke din jiyan neke û ji bo ku careke din di van şeran de jin nebin hedef. Emê li hember her cure qirkirin û êrişê civaka xwe biparêzin. Ji bo jinên Êzidî piştî fermanê serdemek din despêkir ew jî serdema jina ku ji bo parastin û azadiya xwe tekoşîn dike.”

‘Em  bi parastina xwe dikare civakê jî biparêzin’

Li ser navê Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveger ya Şengalê Rîham Hesen ve axaftin hate kirin. Rîham Hesen di despêka axaftinan xwe de Şehîdên jin yên Êzidî  Şehîd Xanê, Şehît Hacer, Şehît Binevş, Şehît Bêrîvan, Dayê Gulê, Cilan û Zêrê bibîr tînin. em tevahî  Şervanên ku ji bo Rizgar kirina şengalê berê xwe dane Şengalê û di oxira rizgar kirina vê axê de canê xwe feda kirine bibîr tînin. Weke jinên Êzidî me di asteke bilind de xwe rêxistin kir em berbi azadiyê ve diçin, lê tucaran em nabêjin em azadin ji ber jinên Êzidî di destê çeteyên DAIŞ’ê dene ji bo wê weke jin bi hêza xwe ya parastinê bi xwe rêxistin kirinê emê civaka xwe biparêzin û emê dawiya fermana bînin.”

‘Dijminê qirker ji jina bi hêz ditirse’

Her wiha Yekitiya Jinên Ciwan Yên Şengalê (YJCŞ) jî bi peyamekê beşdarî komxebatê bun peyama jinê Ciwan ji aliyê Berdevak Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî ve hate xwedin. Di peyaman de jinên ciwan dan diyar kirin ku fikir û ramanê Rêber Apo ji bo tevahî jinan bû rêya azadiyê û peyam bi van hevokan dewam kir: “Ev pêvajoya ku bi herikbariya jinê ve ji bo jîyaneke azad û bi rumet dimeşe de afrineriya jinê ya ku ji bo parastinê cewherî pêş dixe bi taktîk û rêbazên gelek xiluqkar ve li beramberî dijminê baviksalar ya dewletperest,jin dibe hêza serkeftî ya vê serdemê. Di vê bingehê de dijminê qirker ji jina bi hêz ditirse, ji bo em bibin tirseke nava dilê dijmin divê em xwe ji fermanê biparêzin. Divê em weke  jinen ciwan di pêşxistina hişmendiya parastine cewherî de pêşengiyê bikin. Em weke erkeke sereke dibînin.”

Back to top button