ÇALAKî

Jinên Êzidî û Ereb li dijî tundiyê meşiyan

Li Şengalê jin bi boneya 25’ê Mijdarê meşekî girseyî lidar xistin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma ‘Bi pêşengiya Jin Jiyan Azadî em jiyanê dihûnin û Êzidxanê ava dikin’ li Şengalê meşekî girseyî hat lidarxistin.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên şoreşa jin û pankartên bi nivîsa dirûşma ‘Bi pêşengiya Jin Jiyan Azadî em jiyanê dihûnin û Êzidxanê ava dikin’, ‘Jin jiyan e, jiyanê nekujin’, ‘Bi têkoşîna jin tola 74 fermanan hilîne’ hatin rakirin. Di meşa ku bi beşdarbûna jinên Êzidî û Ereb hat lidarxistin de bê navber dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin berzkirin.

Meşa li ber meclisa gel ya navçeya Sînunê heya çerxerêya Mam Zekî berdewam kir bi daxwiyaniyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ Riham Hivo ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me weke jinên Êzidî 74 ferman jiyan kir di van fermanan de jin hatin qetilkirin. Jinên Êzidî rastî zext, zor qetil û êrişên hovane yên mêran hatine. Her çiqasî fermana 74 jî li ser civaka me hat jiyan kirin lê hê jî jin bandorên wê yên kor jiyan dikin. Weke jin ne destên ji aliyê dagirkeran ve heman demê weke jin di malê de jî jin 24 demjimêran rastî zextê tên fîzîkî û derûnî tên.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî pirskirêkên ku jin dijîn dizanin ji bo ku em jinê azad bikin em ked didin, em ê tu caran bêdeng nebin, serê xwe rakin û ked bidin da ku di civakê de tevahî jinên rastî tundî û tijiyê tên serê xwe rabike. Em ê ji bo welatê xwe, axa xwe, ji bo xweseriya xwe têbikoşin. Em ê li hember aqilê mêr desthilatdar tekoşîn bikin heya em azadiya xwe bidest dixin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

Back to top button