ÇALAKî

Li Şengalê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Li Şengalê rêzeçalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê. Di çarçoveya rêzeçalakiyan de ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve civînek hat lidarxistin.

Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Meclisa Gel a navçeya Til Ezêr a Şengalê bi beşdarbûna bi sedan endamên sazî û dezgehên Şengalê civînek, li ser 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan hat lidarxistin.

Civîn ji aliyê endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel û HevRêbera Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen ve hat birêvebirin.

‘Jina azad civaka azad e’

HevRêbera Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Rêber Apo dibêje azadiya jinan azadiya civakê ye. Dagirker her dema êrîş dikin, dixwazin cihê herî hesas ê civakê hedef bigrin û bikin hedef. Ne tenê kuştin û lêdan êrîşên psîkolojîk jî yek ji xalên êrîşan in. Jineke ku di nava çar dîwarên malê de bê hiştin û tenê ji bo anîna zarokan be di bin şîdetê de ye. Keçên bi temenê biçûk tên zewicandin, şêwazeke şîdetê ye. Zewaca di temenê biçûk de dibe sedema hevberdanê, yan jî civakeke seqet tê avakirin. Zarokek ku pêwîstiya wê bi perwerdeyê hebe, wê çawa zarokek mezin bike û perwerde bike.”

‘Jiyana azad û wekhev li Şengal ava dibe’

Rîham Hesen da zanîn ku têkoşîna jinan di lutkeyê de ye û wiha got: “Roja têkoşînê ne tenê rojek e, pêwîst e hemû rojên me bibin roja têkoşîna li hemberî şîdeta li ser jinan. Ger heta roja îro keçeke Êzidî di destên çeteyan de be, pêwîst e asta têkoşîna me her biçe bilindtir bibe. Projeya Rêber Apo projeya rêveberiya xweser e, ji bo jiyana azad û xwedî statû her ku diçe di nava civaka me de tê jiyanîkirin. Ew proje bû sedem ku îro em hemû li hev kom bûne û mijareke ewqas girîng di dîroka jinan de dinirxînin. Dema ku em behsa jiyana azad û wekhev bikin, pêwîst e jin û mêr herdu alî jî amade bin û binirxînin.”

‘Jinên Êzidî pêşengiyê ji civakê re dikin’

Neam Bedel da zanîn ku pêwîst e her kes xwe birêxistin bike û têkoşîna xwe bilind bike û wiha got: “Piştî fermanê jinên Êzidî li Şengal serî rakirin û têkoşiyan. Têkoşîna wan heta roja îro berdewam dike. Jinên Êzidî pêşengiyê ji hemû civakê re dikin. Hêza xwe, sazî û dezgehên xwe bi îradeya jinên azad û têkoşîneke mezin ku xwedî îrade bû ava kirin. Pêwîst e em têkoşînê bi fikir û analîzên Rêber Apo berdewam bikin. Çawa em weke civaka Êzidî li mala xwe, li zarokên xwe xwedî derdikevin, em ê li Rêberê xwe jî xwedî derkevin.”

‘Jin bi xebata xwe roj bi roj destkeftiyan zêdetir dikin’

HevRêbera Meclisa Gel a Siba Şêx Xidir Gulê mêşo jî da zanîn ku jin di roja îro de bi têkoşîn û berxwedanê bûne pêşeng û wiha got: “Jin ne bindestên mêr in, jin serfiraz in û serkeftina heyî bi xwe bi dest dixin. Jin kar û xebatên xwe didomînin, bi rêxistinbûnê xwe bi pêş dixin. Di hemû karan de jin pêşengiyê dikin. Çekê digrin ku ev yek tişteke pir nû ye. Berê mêvanek dihat jinan şerm dikir derkevin pêşiyê. Niha mêr hebe jî tunebe jî, jin hemû karên xwe dikin. Daxwaza min ji hemû jinan ew e ku her dem serbilind bin û bindestiyê nepejirînin.”

‘Pêwîst e jin di tu şert û mercî de koletiyê qebûl nekin’

Endam Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Berfê Hisên jî da zanîn ku îro jinên Êzidî têdikoşin û xwe birêve dibin û wiha got: “Berê em bindest bûn zilaman nedihiştin em derkevin û karekî bikin. Niha em xwe birêve dibin, kar dikin û zilm û zor li me nayê kirin. Em îro weke jinên Êzidî gihîştine wê astê ku em dikarin xwe birêve bibin, birêxistin bikin û di nava sazî û dezgehan de kar û xebatan bimeşînin. Em diçin hemû malan û xwe birêxistin dikin. Pêwîst e jin serî hildin, koletiyê qebûl nekin bikaribin xwe birêve bibin.”

Back to top button