ÇALAKî

‘Me Jinên Êzidî ferman jibîr nekirin, em tekoşîna xwe bilind dikin’

Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Meclisa Gel ya Xanesora Şengalê civînek li ser 25’ê mijdarê hat lidarxistin.

Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) li meclisa gel ya Xanesora Şengalê bi beşdarbûna sedan jinan civînek, li ser 25’ê Mijdarê ‘Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Cîhanê hate lidarxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin, axaftin û temaşekirina sinevizyonê berdewam kir.

Civîn ji aliyê Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û berdevka Têkiliyên derve ya (TAJÊ) ve hat birêve birin.

‘Jina bihêz civakek bihêz ava dike’

Berdevka têkiliyên derve ya TAJÊ  Suham Şengalî bal kişand ser tekoşîna jina Êzidî ya di dîrokê de û wiha got: “Di dîroja civaka Êzidî de pir jinên navdar ku li hemberî fermanan û êrîşan li ber xwe dane. Di dîrokê de tekoşîna ku hatiye meşandin di astekê herî jor de ye. Jineke ku zane be, bihêz û bi îrade be civakekî bihêz, pêşeng û xwedî îrade ava dike. Desthilatdar jî ji bo ku pêşeroja xwe zihiniyeta xwe dewam bike, jinê dike hedefa xwe û êrîşî wê dike. Ger ku jin tune kir wê giştî civakê tune bike. Di hemû şeran de jin hedef e.”

‘Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo rizgar bûne’

Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ehram Simail da zanîn ku ew bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan îro tekoşînekê mezin dikin û wiha got: “ Mêr her tişt anî serê jin, zext û zilim pir zêde lê kiriye. Rûniştina me ya îro jî ji bo wê ye. Em jî bi fikir û felsefeya Rêber Apo rizgar bûne û îro em hejmarek zêde jin li vir kom bûne. Em çawa xilas bûne, emê hemû jinan ji zehmetiya ku jiyan dikin xilas bikin.”

‘Jin hertim hedef e’

Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Helîqî di serî de bal kişand ser armanca civînê û wiha got: “ Me îro  ev civîn li dar xistiye ji bo ku hemû dayik bizanibin tundûtujiyê binirxînin û li himber bisekinin. Her dem dayik jin di hedefê de ye. Pir caran dayikên Êzidî ji aliyê DAIŞ û dewleta Tirk ve ku her dû hêz yekin hatiye hedef girtin. Lê belê rewşa jina Êzidî niha ne wek berê ye, jin hatine birêxistinkirin û xwe perwerde dikin, zane dikin û ji bin zihniyeta mêr derdikevin. Jina Êzidî ji her milî de xwe perwerde dike û li ser esasê perwerdekirina her kesî hevaltiyekê bi hêz bi hevalên xwe re dike.”

‘Pêwîste jin serbilind be’

Endama Meclisa Gel Nahîda Xelîl wiha got: “ Îro civîn ji bo rewşa jin hatiye lidarxistin. Ji ber ku jin bê maf hatiye hiştin, tenê di mal de bû û bi karên malê ve mijûl dibû û sînor ji jinê re hatibûn dayîn. Jin her dem kêm dihate dîtin. Lê belê pêwîste jin xwe kêm nebîne. Rewşa jin berê pir xirab bû, lê belê niha piştî naskirina fikirê Rêber Apo jina Êzidî her karî dike û pêşengtiyê dike. Ji bo wê jî pêwîste jin zilmê û zextê li ser xwe qebûl neke û ser bilind be.”

Back to top button