CIVAK Û JIYAN

TAJÊ li qûba Xatûna Fexran şitlên daran çand

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Tevna Alîkariya Jinên Êzidî, li ber quba Xatûna Fexran şitlên daran çandin.

Li Şengalê jî  ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Tevna Alîkariya Jinên Êzidî ve, bi çandina şitlên daran 45’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hate pîroz kirin. bi dehan şitlên daran li ber qubeya Xatûna Fexra a li çiyayê Şengalê bi destê jinên Ezidî hatin çandin. Ji tevahiya meclisên jin ên herêmê endamên TAJÊ beşdarî çalakiya dar çandinê bûn.

‘Emê li axa xwe xwedî derkevin’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Helîqî da diyar kirin ku ew ji her dera Şengalê berê xwe dane quba Xatûna Fexran ji bo daran bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê biçînin û wiha got: “Me berê xwe daye quba Xatûna Fexran û me xêrekî xwezayî kir û me dar çandin. Şaredariyê jî bi mere bû alîkar dar ji me re anîn û kortik kolan. Me darên hejîra û zeytûnan çandin ku darên gelekî xweşik in. Em 27’ê Mijdarê di serî de li PKK’ê pîroz dikin û em van daran li ser navê PKK’ê diçînin. Li gel cihekî ku dîroka me ye em diçînin, ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Ta ku em jiyan dikin em ê li axa xwe xwedî derkevin. Xatûna Fexran xwedanê me teva ye û bi taybet ya jinê ye. Çi ji destê me bê em ê bikin.”

‘Bi saya PKK’ê me serkeftinê bidest xist’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo jî hest û armancên xwe yê ji vê çalakiyê bi van hevokan anîn ziman: “Li ser navê TAJÊ bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê em li vir kom bûne û em daran diçînin. Armanca me xistina dijmine di vê demê de. Em dibêjin em hene û em ê her hebin. Bi saya xwedê û Partiya Karkerên Kurdistanê em gihiştine armancekî wisa ku rojane em serkeftinê bidest dixînin.  Em sipasiya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî ya Ewropa dikin ku îro piştgiriya me kirin û xêrek kirin ku bîrek li gel quba Xatuna Fexran kolan ji bo ku her kes avê jê vexwe. Bi hêviya ku her sal em bi kêf û xweşî vê rojê pîroz dikin. Çiyayê Şengalê bi xwezaya xwe ya xweş tê naskirin, bi dar, gul û qubeyên xwe tê naskirin. Em li ser navê tevgera azadiya jinên Êzidî ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê daran diçînin û dora quba xwe bi xwezayê xweş dikin. Em dibêjin dijminan ‘em hene û emê her hebin’.”

Back to top button