ÇALAKî

TAJÊ starta xwe ya 25’ê Mijdarê eşkere kir

Tevbera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bi daxuyaniyekê starta çalekiyên xwe ragihand.

Tevbera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê li Navçeya Sînunê ya girêdayî Şengalê li pêşiya peykerê Dayê Gulê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bi daxuyaniyekê starta çalekiyên xwe ragihand.

Jinên Êzîdî bi diruşmeya ‘Bi Pêşengtiya Jin Jiyan Azadî Jiyanê Dihunin û Êzîdxanê ava dikin’ li pêşiya peykerê Dayê Gulê starta çalekiyên xwe yên ji bo 25’ê mijdarê ragihand.

Daxuyanî li aliyê Endama Koordinasyona TAJÊ’ê Eheram Simayî ve hate xwedin û wiha hat gotin:

“Yek jî sembola tundîtujiya di dîroka 25’ê Mijdara 1960’an de ji aliyê dîkdatorê Trujîlio ve li komara Domînîk destpêkê hatin tecawîzkirin û piştre jî hatin qetilkirin Xwîşkên Mîrabek bûn. Lê di têkoşîna wan dayî destpêkirin, piştî mirina wan jî berdewam kir û dawî li dîkdatoriyê anî. Di kom civîna jinan ya Amerîkaya Latîn de ku di sala 1981’an de ku li Kolombiya kom bibûn, ji bo bîranîna her sê xwîşkan ku têkoşîna azadiyê dane 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê hatiye îlankirin.’

Di berdewamiya daxwiyaniyê de jî zextên roja îro di cihanê de li ser jin tên meşadin bi van hevokan hate rêzkirin: “ Ew zext ji wê rojê heya niha li ser jinên cîhanê berdewame ji  xwîşkên Mîrabel bigire heya qetil kirina Jîna Emînî û heya tecavuz u qirkirina Axîna biçuk tundî berdewam dike. Ji bo ku tundî bê şikandin weke jin heya dawî em di nava tekoşînê dene. ‘Bi Pêşengtiya Jin Jiyan Azadî Jiyanê Dihunin û Êzîdxanê ava dikin’ em dest bi hemleya xwe bikin.

Pîlansaziya hemleyê:

Di 21’ê Mehê di derbarê wateya rojê de wê li Herema Ereban Civînek were li darxsitin.

22’ê Mehê bi heman awayî wê li xeta Şemal çivînek were li darxistin

23’ê Mehê wê li qibelet civîn were li darxistin

24’ê Mehê jî wê Jinên Ciwan civîn li darbixin

25’ê Mehê wê civîneke girseyî li Şengalê bê lidarxistin.

Jin Jiyane Jiyanê Nekuje Jin Jiyan Azadî

Bi diruşemyên ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyanî bi dawî bu.

Back to top button