ROJEV

‘Bi fîzîkî azadkirina Rêber Apo emê bigihîjin armancên xwe’

Komîteya dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) civîna xwe ya salane li navenda Şengalê li dar xist. Di civînê de hat diyarkirin ku TAJÊ bi fîzîkî azadkirina Abdulah Ocalan re dê bigihîje armanca xwe.

Berdevka komîta diplomasî a TAJÊ  Suham Şengalî : “Me komîteya dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) civîna xwe ya salekê li dar xist. Di vê civînê de me xebatên xwe yên salekê yên ku di asta Iraq, Başûrê Kurdistanê û derveyî welat dest girtin. Di sala 2023’an de bandoreke mezin a kar û xebatên me weke jinên Êzidî di warê siyasî dîplomasî de çêbûn. Bi taybetî ji bo danasîna jinan û civaka Êzidî di cîhanê de her wiha ji bo ku fermana ku li ser civaka Êzidî ya 3’ê Tebaxa 2014’an de hat rakirin, di Iraq û cîhanê de weke jenosîd bê naskirin û sûcdar bên darizandin gelek xebatên cur be cur hatin meşandin.”

‘Divê fikrên Rêber Apo werin jiyanîkirin’

Suham Şengalî : “Yek ji wan xebatan konferansa ku li Silêmaniye hat lidarxistin e. Di heman demê de weke jinên Êzidî em beşdarî konferansa ku li Beyrûdê hat lidarxistin jî bûn. Di nava salê de name ji bo welatên ku fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi fermî weke jenosîd pejirandine re jî hatin şandin. Armanca me ew bû ku ji bo tenê bi wan welatan re sînordar nemîne bikaribin bixebitin di heman demê de ji bo ew welat pejirandina jenosîdê tenê bes nebînin ji bo darizandina sûcdaran û rawestandina êrîşên berdewamiya fermanê de jî gav bên avêtin me daxwaz kirin.

Di nava kar û xebatên me yên siyasî û dîplomasî de yek ji xebatên me yên sereke li ser felsefeya Rêber Apo em ji her demî bêtir xebatên xwe bihêz bikin konferansa jin û rêbertî hat lidarxistin ji bo ku jin bikaribin xwe bi rêxistin bikin yekbûneke bihêz çêbikin. Ji boku  fikrên Rêber Apo baş fêm bikin û jiyanî bikin ev konferans derfeteke mezin bû ji Iraqê ji Başûrê Kurdistanê û ji Ewropayê jin beşdar bûn.”

‘Heya kesek di destên wan de hebe em ranawestin’

Suham Şengalî : “Yek ji xebatên me yên sereke armanca me ew e ku em jin û zarokên di fermanê de ketine destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin di nava salê de her çiqas di astekê de em gihîştibin armanca xwe jî lê heya ku kesek bi tenê jî di destên çeteyên DAIŞ’ê de bimîne em ê kar û xebatên xwe bihêztir bikin.

Di nava salê de dîplomasiya TAJÊ ne tenê xweser, di heman demê de di her kar û xebata ku hat kirin de jî rol lîstin. Weke komîteya dîplomasiyê ya TAJÊ ji bo ku bêtir jinên Êzidî di nava kar û xebatên dîplomasiyê de cihê xwe bigrin perwerde jî hatine dayîn.”

‘Bi azadiya Rêber Apo re em ê bigihîjin armancên xwe’

“Em xwedî biryardariyeke mezin in di vê salê de em ê berî her tiştî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo kar û xebatan bidin meşandin ji ber ku bi azadiya Rêber Apo re em ê bigihîjin armancên xwe yên din jî. Di heman demê de em ê hewl bidin doza jinên Êzidî ji hemû cîhanê re ragihînin, ji bo ferman weke jenosîd bê pejirandin, sûcdar bên darizandin, êrişên berdewamiya fermanê yên roja îro li ser me tên meşadin bi dawî bibin û esîrên me ji destên çeteyan bên rizgarkirin em ê di vê salê de bêtir xebatan bidin meşandin û heya em  negihîjin armancên xwe em ranawestin.”

Back to top button