ROJEV

Komîteya dîplomasiyê ya TAJÊ ji CPT re name şand

‘Bi saya analîzên rêber Apo civaka Êzidî hat parastin û Şengal rizgar bû’

“Em civaka Êzidî, civakek aştîxwaz xwedî bawerî û çandeke demokratîk a kevnar a beriya hezar salan in. Ji aliyê sîstema baviksalarî ya qirker ve em rastî 74  fermanan hatine, ji wan fermanan bi dehan ferman bi destên Osmaniyan pêk hatine. Fermana dawî ya 3’ê Tebaxa 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bi rengekî hovane li ser civaka me pêk hat. Trajediya fermanê cîhan di roja îro de dizane û ji aliyê 13 welatan ve bi fermî hatiye naskirin. Bi fikir û felsefeya neteweya demoratîk îro em jinên Êzidî, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ û civaka Êzidî, hemû netew û bawariyên li heremê dijîn, xwe bi rêxistin dikin.”

‘Ev tecrîd xizmeta hêzên komploger dike’

“Ev 25 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê di hucreyê de bi awayekî derhiqûqî dîlgirtî ye. Tecrîda li Îmraliyê veguheriye tecrîda mutlaq û şerekî taybet a siyasî, ev yek tenê xizmeta berjewendiyên hêzên komploger ên hegomonîk dike. Her wiha ji 25’ê Adara 2021’ê ve ne bi parêzer ne jî bi malbatê re hevdîtin çênebûye û bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Em û bi milyonan mirovên azadîxwaz  ji bo tendirustiya Rêber Apo di nav fikaran de ne. Em dixwazin bi bîr bixin ku Rêber Apo, Rêberê gelên bindest e, girtiyek siyasî ye lê ji mafê herî rewa tê mehrûmkirin heta nivîsandina nameyek  hatiye qedexekirin. Gelo ka edalet? Biryara dadgeha Awropayê ya mafên mirovan heqê hêviyê ji bo girtiyan ku nabe mirovek heta hetayê di zindanê de bimîne heye lê ev yek heya niha pêk nehatiye. Gelek zagon û tifaq li dijî îşkenceya li ser dîlgirtiyan hene ku dewleta Tirk bi xwe jî îmze kirine. Ev hemû tên binpêkirin. Her wiha  CPT çend car serdana Îmraliyê kiriye, herî dawî  serdana we ya sala 2022’yan çêbûye lê çima heya niha bi rengekî zelal rapor bi raya giştî re nehatiye parvekirin. Çima hûn li erk û berpirsyariyên xwe yên exlaqî û wijdanî xwedî dernakevin, pêşiya vê îşkence û tecrîdê nagirin.”

“*Divê ji aliyê CPT’yê ve encama rapora serdana Îmraliyê, bi raya gîştî re, bê parvekirin.

*Ji bo Îmraliyê serdana bijîjkan çêbibe her wiha hevdîtin bi malbat û parêzerên rêbertî re çêbibin.

*Li gorî zagon û biryara Dadgeha Mafên Mirovan, mafê hêviyê bikeve meriyetê.”

Back to top button