ROJEV

TAJÊ banga parastina destkeftiyên jinan kir

‘Li dijî hemû êrîşan emê tekoşîna xwe dombikin’

TAJÊ : “Em weke jinên Êzidî li ser şopa pêşengê xeta azadiya jinê xwe bi rêxistin dikin û tekoşînê dimeşînin. Heta ku komkujiya yekem û duyemîn ên li Parîsê neyên ronî kirin û kujer neyên cezakirin wê tekoşîna me berdewam bike.”

‘Dewleta tirk ji bo binketina xwe veşêre êrîş dike’  

TAJÊ : “Dewleta Tirk a dagirker û qirker li hemberî destkeftiyên tekoşîna azadiyê û li beramberî yekîtiya xwîşk û biratiya gelan bi piştgiriya hêzên navnetewî di siyaseta xwe ya qirkirinê de bi îsrare. Ji gerîlayên azadiyê derbên giran dixwe. DewletaTirk ji bo binketina xwe ya li beramberî  berxwedana gerîla veşêre serî li her cûre êrîşên qirkirinê dide. Em bêndengiya hêzên navnetewî ya li hemberî êrîşên dewleta tirk şermezar dikin. Ev bêdengî tê wateya hevkariya bi dewleta Tirk re.”

‘Bi zanabûn di roja komkujiya Parîsê de êrîş kirin’

TAJÊ : “Ev roj hilbijartin bi zanabûn e. Ev êrîş di heman demê de aciziya dewleta Tirk ya ji ber hilbijartinên parêzgehan e. Ji ber ku planên qirêj ên dewleta Tirk û PDK’ê yê li ser Kerkûrk û Şengalê di van hilbijartinan de vala hatin derxistin. Ev bê tehemûliya dewleta tirk ya li dijî destkeftiyên şoreşa jin û ya gelane, em weke jinên Êzidî tû carî van êrîşan qebûl nakin.”

TAJÊ: ”  li dijî êrîşên dewleta tirk dengê xwe bilind bikin û piştgiriya şoreşa jinan û gelan bikin.

Back to top button