ROJEV

TAJÊ ji bo salvegera rizgarkirina Şengalê peyamek şand

 

“Ji warê Derwêşan, ji Şengala ku bi bedêlan azad bûye, spas û hezar silav, minetdarî ji mîmarê azadiyê, rêberê mirovahiyê Rêber Apo re. Li ser bang û şiyariya Rêber Apo, siwariyên azadiyê berê xwe dan Şengalê û Şengal ji tarîtiya DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Spasî ji bo fedaiyên Rêber Apo, gerîlayên  azadiyê HPG û YJA-STAR’ê yên ku bi canê xwe bûn  sîper û em ji qirkirinê xilas kirin. Di şexsê lehengên, weke şehîd Pîrdoxan, Canfeda, Zîlan û Bêrîvanan de, careke din pêşeng û fermandarên wekî Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, Çeko Çetax, Nûjîn Amed, Hêlîn Helena û Memoyan de hemû şehîdên ku di oxira parastin û rizgarkirina Şengalê de canê xwe feda kirine bi minetdarî bi bîr tînin.

‘Di kêliyên bêhêvîtiyê de bûn hêvî’

Ewladên leheng ji welatê rojê Rojava, Şervanên YPG  û YPJ li ser banga Rêber Apo bi hewara Şengalê ve hatin. Di kêliyên herî bi êş ên fermanê de ku her kes ji Şengalê direviya, korîdora mirovî vekirin û sînor nas nekirin. Rojava hembêza xwe ji Êzidiyan re vekir. Mil bi milê gerîlayan, şervanên YPG û YPJ’ê şer kirin û li berxwedan, bûn xwedî roleke dîrokî di rizgarkirina Şengalê de. Yên wek şehîd Polatcan û Gênco Hewlêrî û bi sedan şehîdên weke wan bi moral û manewiyata xwe ya mezin  bûn hêviya azadiyê û tirsa mirinê şikandin.

‘Mil dan milên hev û bûn hêzek’

Keç û xortên Êzidxana pîroz, bi hêrsa tolhildana ji fermanan ku serê xwe dan lê sir nedan, mil dan milên gerîlayan û şervanên YPG-YPJ’ê tevli berxwedanî û şerê rizgariyê bûn. Ji yekîneyên destpêkê xwe bi rêxistin kirin û bûn hêz. Di pêşengiya şehîd Berxwedan û Bêrîvanan de Şengal hat rizgarkirin û ala serkeftinê hat bilindkirin. Çanda Rêber Apo ya ku bi berxwedanê dibe serkeftinê, bû tovek û li ser vê xakê ji nû ve şîn bû. Vê xetê bi Şengalan, Hejaran, Zerdeştan, Dijwaran, Azadan, Seîdan, Pîr Çekoyan û Dîndaran berdewam kir. Heya roja îro rêhevalên wan ku li ser vê şopê  dimeşin û vê riyê berdewam dikin, em rizgarkirina Şengalê li wan pîroz dikin.

‘Em salvegera rizgarkirinê li sembolên tifaqa civaka Êzidî pîroz dikin’

Ji bo avakirina jiyana azad û demokratîk li Şengalê, li ser pergala neteweya demokratîk di aliyê rêxistinkirina civakê de, rêheval Mam Zekî û Mam Beşîr heya kêliya şehadetê bi rola pêşengiyê rabûn, xwedî kedek bi wate û dîrokî bûn, Mam Zekî bû sembola tifaqa civaka Êzidî. Em salvegera rizgarkirina Şengalê li wan pîroz dikin. Em dibêjin têkoşîna we ya bi rûmet têkoşîna me ye. Ji bo avakirin û parastina Şengala ku bi ked û xwîna bi sedan şehîdan hatiye rizgarkirin, em ê heya dawî têkoşîn û berxwedana xwe bilindtir bikin.

‘Em rizgarkirina Şengalê li her kesê pîroz dikin’

Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî careke din salvegera 8’mîn a rizgarkirina Şengalê, li Rêber Apo pîroz dikin. Em li şehîdên rizgariyê yên Şengalê, li tevahî şehîdên azadiyê pîroz dikin. Careke din em li gerîla HPG, YJA STAR’ê pîroz dikin û berxwedana wan a rûmetê silav dikin. Dîsa li şervanên azadiyê YPG, YPJ, YBŞ, YJŞ’ê û li tevahî civaka xwe ya Êzidî û mirovahiyê Şengala azad pîroz dikin.”

Back to top button