ROJEV

Beşdarên komxebatê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me ye

 

Di komxebatê de li ser mijarên weke rastiya komplo û xweparastinê semîner hatin dayîn.

Endama Dîplomasiya TAJÊ Lava Şengalî li ser rastiya komployê axivî: “Destpêkê em komployê şermezar dikin û şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’, şehîdên şoreşê û 74 fermanan bi rêzdarî bi bîr tînin. Meşa azadî ya Rêber Apo 50 sal in bi berxwedaneke bêhempa didome. Fikrên Rêber Apo ku netewa demokratîk pêş xistiye, ji bo hemû netew û civakên li ser van axan dijîn çareseriya bingehîn e. Ji bo xwiş û biratiya gelan, ji bo çand û baweriyên cuda bikaribin bi hev re bijîn Rêber Apo pêşengtî dike. Ji ber vê yekê hêzên ku komployê pêk anîn ji fikrên Rêbertî tirsiyan û xwestin asteng bikin.

Ger em komploya li ser Rêber Apo binirxînin dê têrî neke û ne rast be jî. Em dikarin bêjin şerê sêyemîn a cîhanê ku ji destpêka salê 90’î ve didome encama vê komployê ye.

Yek jê îstîxbaratê fransî piştî komployê îtîraf kir ku ji destpêka salên 90’î ve ew plana komployê dikin. 7’ê cotmehê beriya ku komplo pêk bê yekitî û PDK yanî Celal Talabanî û Mesûd Barzanî ji aliyê Amerîkayê ve dawetê Amerîkayê hatin kirin. Gelek hêzên navneteweyî tev li vê komployê bûn. Ji wê hevdîtinê heta roja îro Rêbertî li Îmraliyê tê girtin. Ji ber Rêbertî Rêberê gelekî ye heta niha tê tecrîdkirin.

‘Parêzname ji bo tevahî mirovahiyê çareserî ye’

Komploya ku di 15’ê Sibata 1999’yan de pêk hat, vala hat derxistin. Ji ber ku hêzên ku komployê pêk anîn wisa dihizirîn ku ger Rêber Apo bê girtin dê li ser meşa azadiyê tu tişt nemîne. Lê cardin berxwedana Rêber Apo, sekna Rêber Apo vê komployê vala derxist. Rêbertî li Îmraliyê 5 parêzname nivîsand. Her pênc parêznameyên Rêbertî ji bo tevahî mirovahiyê çareserî ye.

Ev sê sal in bi tu awayî agahî ji Rêbertî nayê girtin. 25 sal in siyaseta qirkirinê li ser Rêber Apo, gelan û tevahî jinan tê meşandin. Roj bi roj tecrîda li ser Rêbertî girantir kirin. Di tu qanûnên dewletekî de tecrîdeke wiha nîn e. CPT qaşo saziyeke li dijî tecrîd û îşkenceyê ye lê ew jî bi berpiryariya xwe ranebû. Hemû dewlet çavên xwe ji tecrîdê re digirin. Ji 25’ê adara 2021’an ve tu agahî ji Rêbertî nayê girtin. CPT rapora xwe ya li ser Îmraliyê aşkera nake. Di sala 2023 de di raya giştî de hat gotin ku gefa kuştinê li ser Rêber Apo heye. Kes ji me nizane rewşa Rêber Apo çawa ye. Em hemû rewşa Rêbertî meraq dikin. Li hember tecrîdê berxwedaneke pir mezin tê meşandin. Li çar parçeyên kurdistanê û her derê cîhanê berxwedaneke bêhempa heye.

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

Di vê komxebatê de em weke jinên êzidî û netewên li Iraqê dijîn tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser xwe û netewan dibînin. Azadiya Rêber Apo azadiya xwe dibînin. Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erk û berpirsyariya ku dikeve ser milê me em ê pêk bînin û têkoşîna xwe bilind bikin. Îro paradîgmaya Rêbertîl li Şengalê çawa modelek e dê li hemû cîhanê jî bibe model.

Em weke tevgera jinên êzidî vê komployê şermezar dikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi ji destê me were em ê bikin.”

‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têbikoşin’

Endama Fermandariya YJŞ’ê Avent Têkoşer jî li ser xweparastinê semîner da û ev tişt anî ziman: “Di serî de komploya li ser Rêbertî şermezar dikin. Wekî ku Rêber Apo pênase dike xweparastin tiştek wisa ye ku mirov nikare emanetê tu kesî bike. Ev jî di fermana 2014’an a li hemberî civaka me ya êzidî diyar bû. Yên aliyên ku hiştin fermana 2014’an li ser Şengalê pêk were dewleta Iraq û PDK’ê bûn. Û berpirsyarên êrîşên ku îro jî li ser Şengalê pêk tên jî ew in. Niha siyaseta ku li ser Şengalê tê meşandin berdewama fermana 2014’an e. Lê gelê êzidî hatiye asteke wisa ku bi xwe bi xwe parastina xwe pêk tîne. Yên ku bi hawara vî gelî ve hatin gerîlayên HPG-YJA Star, YPG-YPJ’ê bû. Niha gelê me yê ku bi saya gerîlayan hatin rizgarkirin, xwe bi rêxistin dikin. Fikrên Rêber Apo hat nasîn. Weke YJŞ’ê ji bo careke din êrîşeke li ser civaka êzîdî pêk neyê xwe bi rêxistin kir û parastina gelê xwe dike. Divê gelê me jî ne tenê êzidî gelê din jî rêxistina xwe hîn xurtir bikin. Ji bo rêya êrîşan bê girtin têkoşîneke hevpar pêwîst e.

Her wiha hêzên komploger xwestin bi komployê Rêber Apo, fikrên Rêber Apo tune bikin. Dijmin her birêxistinbûna gelê kurd dibîne tecrîda li ser Rêbertî giran dike. Lê em ê meşa heyî hîn mezintir bikin heta pêkanîna azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo.”

Back to top button